Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 24’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 24’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 23’emîn Nurcan Kabul axivî.

‘Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên hegemon qanûnan binpê dike’

Nurcan Kabul diyar kir ku ewê wek gelê Mexmûr heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin û got: “Ev 25 sal in Rêber APO li girtîgeha Îmraliyê di hucreyekî yek kesî de tê ragirtin. Bi taybet nêzî sê salane bi tu awayî agahî jê nayê girtin û hemu mafên wî yên rewa ji dest hatine girtin. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hemu hêzên hegemon hemu qanûnên xwe û û cîhanî binpê dikin. Ji ber ber vê yekê em ji rewşa Rêbertî bigumanin û em bi tu şêweyî tecrîdê qebûl nakin.”

Di dawiya axaftinê de bang li hemu hêzên demokratîk û saziyên mafên mirovan bi taybet li CPT hat kirin ku demildest bi erka xwe rabin.

Merasîma dewrgirtinê bi dewrgirtina koma 24’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.