Şengaliyan cangoriyên xwe spartin axê û soza têkoşînê dan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirker, civaka Êzidî meşek li dar xist. Jinên ku tevli meşê bûn diyar kirin ku Erdoxan û hevalên wî azadiya Şengalê hezim nakin û gotin ku bi xebatên xweseriyê dê bersiva her êrîş û hovîtiyê bidin.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal- Di 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de, şervanên YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du şervanên YBŞ’ê bi karwanekî wesayîdan û bi beşdariya bi sedan welatiyên Şengalê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hatin spartin. Piştî  merasimê gel li çerxeriya Mam Zekî kom bû û li dijî êrîşan ber bi cihê êrîşê ve meşiyan. Li cihê bûyerê find hatin vêxistin û daxuyanî hat dayîn.

Jinên Şengalê jî hersa xwe ya li dijî dewleta Tirk anîn ziman û gotin: “Her şehîdeke ku li Şengalê tê dayîn me bihêz dike, ji bo tolhildana şehîdên xwe em ê xweseriya xwe saz bikin û Şengala xwe ava bikin.”

‘Em dev ji têkoşîna xwe bernadin’  

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Fehîme Silêman li dijî êrişên dewleta Tirk nirxandin kir û got: “Ji ber ku me bi coşeke mezin pêşwaziya roja rizgarkirina Şengalê kir ji bo wê dewleta Tirk hezim nekir loma êrişê zarokên me kir. Her ku em gavek pêşve davêjin ew xayintî û sîxuriyê, êriş û hovîtiya xwe ya li ser me zêde dike. Lê piştî vê demjimêrê em dev ji fikrên Rêber Apo bernadin. Me xwe di vê fikrê de dît em ê têkoşînê bidomîn in, em êdî bi hêz in xwedî artêş in.”

‘Dê ciwan çekên şehîdan rakin’

Hevseroka Meclisa gel a Sînûnê Safînaz Birahîm jî bi van hevokan bang li jin û ciwanan kir: “Her şehîdek wê bibe wesîle ku bi dehan ciwan çeka wan rakin navê wan bigrin û erka xwe bi cih bînin. Ez bang dikim ku keç û xortên me beşdarî hêzên YJŞ û YBŞ’ê bibin. Em ê bi beşdarbûna xwe ya hêzên xwe, bi sazî û dezgehên xwe bersiva dijmin bidin.”

Wê hêviyên şehîdan pêk werin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Nazê Xidir jî armanca meşê bi van hevokan anî ziman “Me îro du cangoriyên xwe sipartin axa pîroz. Lê em bi şehîdan nakevin, serbilind dibin, vaye hûn dibînin piştî sipartina şehîdên xwe me meşek li dijî dewleta Tirk û hukumeta Iraqê li dar xist. Cihê ku zarokên me lê hatin hedefgirtin, kêleka baregeha hikumeta Iraqê bû lê ne artêşa Iraqê bi hewara civaka Êzidî ve hat ne jî hişt ku gel biçe hewara şehîdan. Ev tê çi wateyê tê wateya hevkarî û şirîkiyê. Ger 8 sal berê ya li Şengalê bi ser ket berxwedan be, vê carê wê serkeftin û xweserî be. Ya bi ser bikeve wê hêviyên şehîdan bin.”

Di dawiyê de ji aliyê hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayif Şemo ve daxuyanî hat dayîn.

Meşê bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimre Îxanet”, “Êzidxan yek e hol Hola Tawisê Melek e” bi dawî bu.