'Mafê jiyanê yê mexdûrên erdhejê tune tê hesibandin'

Seroka ÎHD’ê ya Şaxa Semsûrê Dîlan Guler diyar kir ku li bajarên erdhej çêbûye, binpêkirinên mafên mirovan bi berfireh bi awayekî piralî zêde bûne, da zanîn bi Komîsyona Erdhejê re wan binpêkirinan di cihê wê de tesbît kirine.

MEDÎNE MAMEDOGLU 

Semsûr- Binpêkirinên ku ji dîroka 6’ê Sibatê û vir ve li bajarên erdhejê wan dabû berdewam dikin. Li bajarên ku mafên jiyan, tenduristî, perwerde, ewlekarî û bicihbûnê li wan tên binpêkirin, hê jî tu gav nehatiye avêtin. Komeleya Mafên Mirovan, ji bo ku van binpêkirinan di cihê wê de tesbît bike û rapor bike, Komîsyona Erdhejê ava kir. Endamên komîsyonê li qadan xebatên xwe didomînin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Semsûrê Dîlan Guler xebatên xwe di konteynirê de berdewam dike, rewşa dawî ya bajêr ji ajansa me re vegot.

'Gel bi tenê hat hiştin’

Dîlan Guler, da zanîn ku binpêkirinên herî mezin ji roja ewil ve dest pê kirine û wek mexdûrek erdhejê bal kişand ku di kêliya erdhejê û rojên piştî wê de ji bo bermahiyan mudaxeleya têrker nehatiye kirin. Dîlan Guler diyar kir ku ji ber mudaxaleya dereng hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bûye û da zanîn ku piştî vê pirsgirêka bicihbûnê derketiye holê. Dîlan Guler bal kişand ku di van deman de gel bi tenêtiyek cidî re rû bi rû hatiye hiştin, diyar kir ku di 8 mehên derbasbûyî de rastî gelek binpêkirinan hatine û wiha axivî: “Ger em behsa pêvajoya îro bikin, em dikarin bibêjin ku li bajêr hê xebatên rakirina xirbeyan û hilweşandinê berdewam dikin. Em hemû di bin tozê de ne û li bajêr pirsgirêkek asbestê ya pir cidî heye. Ev jî gefê li jiyan û tenduristiya dixwe. Tê gotin ku dê di pêş de bibe sedema nexweşiyên kronîk. Sedema herî mezin a vê yekê jî pirsgirêka ji hev cudakirina hesin a li cihê xwe ye. Her çend em li dijî vê yekê derdikevin jî hem li cihê xwe ji hev cudakirin û hem jî avdanî nekirin li bajêr dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Ger li cihê xwe ji hev cudakirin neyê kirin dê bermahî bi awayekî hîn leztir werin rakirin."

‘Li bajarên konteynir mafê jiyanê tê binpêkirin'

Dîlan Guler, bal kişand ser binpêkirinên heyî yên di mijara bicihbûn, tenduristî, paqijî û mafê jiyanê de û wiha got: “Mexdûrên erdhejê ji roja destpêkê vir ve bi binpêkirinan re rû bi rû tên hiştin. Divê destpêkê em behsa mafê tenduristiyê bikin. Dîsa di warê bicihbûnê de pirsgirêkên cidî hene. Pirsgirekên der barê bajarên konteynir û penaberan de nehatine çareserkirin. Mirov li wan cihên giştî ku hatine çêkirin pir zehmetî dişînin. Li cihên ku piştî erdhejê çûne jî pirsgirêk û binpêkirin pey wan bernadin. Li bajarên konteynir jiyan li gorî jiyana malbatî nehatiye avakirin. Bi taybetî jî nêzîkbûna konteyniran ji hev re, di warê gihandina mafê perwerdeyê de negirtina tedbîrên têrker û ji bo zarokan tunebûna qadên bi tendurist, van binpêkirinên ku em behs dikin qat bi qat zêde dike.”

'Pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin'

Dîlan Guler, bal kişand ku jin di vê pêvajoyê de rastî mexdûriyetên cidî tên û di xala çareserkirina van pirsgirêkan de jî tu gavek nayê avêtin û wiha got: “Divê li bajarên konteynir ewlekarî û parastin zêdetir be. Bi taybetî jin û zarok di vî warî de pirsgirêken cidî dijîn. Dîsa em çavderî dikin ku li van deveran bûyerên tundiya li dijî jinan û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan zêde dibin. Jinên ku neçar tên hiştin li qadekî bijîn, nikarin cihekî ku pirsgirêkên dijîn vebêjin bibînn. Di vê xalê de ji bo wan cihek jî nayê vekirin. Divê ji van pirsgirêkan xebatên çareseriyê bên meşandin. Her çiqas em bi awayekî li ser pirsgirêkan disekinin jî li qadê rastiyên cidî hene. Ev yek jî wisa ye ku dê bandorê li jiyana pêşerojê ya civakê bike.”

'Komîsyona erdhejê dê li qadê be'

Dîlan Guler, diyar kir ku der barê ji nû ve avakirina bajêr de jî bi gel re ji aliyê tu sazî û aliyên têkildar ve nayê şêwirandin û da zanîn ku li bajêr nediyariyeke cidî serwer e. Dîlan Guler bang kir û got ku pêwîst e di vê xalê de pirsgirekên di serê gel de bên çareserkirin û binpêkirinên mafê jiyanê bi dawî bibin û wiha got: “Em wek şaxa ÎHD’ê di serdema nû de xebatên xwe yên li konteyneran berdewam dikin. Me di xala tesbîtkirina binpêkirinan û avakirine raporek de komîsyona erdhejê ava kir. Di kongreya navendî ya hefteya borî pêk hat de, me daxwaza avakirina komîsyoneke berfirehtir kir. Qadeke pir berfireh heye. Binpêkirin jî li vê qada berfireh belav bûne. Di vê wateyê de komîsyona ku hat avakirin gaveke baş bû. Niha û di dema pêş de xebatên me yên li qadê dê hîn xurtir bibin. Em ê li cem gel bin û ji bo tesbîtkirina binpêkirinan bixebitin.