Jin li Reqayê di komxebatê de li hev civiyan

Jinên ji herêmên Dêrezor, Reqa, Tebqa û Minbicê di komxebata ku nîqaşa dîrok, çand û jiyan hat kirin hatin cem hev.

Navenda Nûçeyan – Komxebat ji aliyê Meclisa Kombûna Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin. Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de hatiye lidarxistin ku duh ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate ragihandin.

Komxebat li hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna derdora 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî hatiye lidarxistin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: "Em jinên Sûriyeyî bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em teqez dikin ku em ê nameya aştiyê ya ku Rêberê mirovahiyê hilgirtiye ragihînin. Em bi rih û feslefeya Jin, Jiyan, Azadî dixebitin da ku pergala xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin."

Di komxebatê de dê 4 mijar; Reqa: Xwûşk û Biratiya gelan, Tebqa: Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Minbic: Çand û exlaq, Dêrazor: Erdîngarî û têgeha eşîran werin nîqaşkirin. Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.