Ji parlamenterên HEDEP’ê protestoya perwerdeya zimanê dayikê

Parlamenterên HEDEP’ê di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de, ji ber ku ji bo perwerdeya zimanê dayikê çavkanî nehat veqetandin û danê xwarina nîvro yê xwendkaran hat rakirin, protesto kirin.

Navenda Nûçeyan- Hevdîtinên "Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an”, di Komîsyona Plan û Budçeyê de didome.

Di civîna butçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ku pêşkêşî komîsyonê hat kirin û îro hevdîtinên wê dest pê kirin de, protestoya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hebû. Parlamenterên HEDEP’î ji ber ku ji bo zimanê kurdî û zimanên din çavkanî nehate veqetandin, wezaret protesto kirin. Parlamenteran, di destên xwe de bi dovîzên “Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e” ketin eywana civînê.

Di heman demê de parlamenterên ku rakirina xwarina bêpere ya danê nîvro ji hêla MEB’ê ve jî protesto kirin, li dijî di budçeya nû de ji bo vê mijarê çavkanî nehat veneqetandin jî, dovîza “Danekî xwarinê maf e” hildan.