Li Yemenê 413 kes ji ber sorikê mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Yemenê di 7 mehan de 413 kes ji ber nexweşiya sorikê mirine.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Yemenê bûyerên nexweşiya sorikê di nava zarokan de zêde bûne. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat destnîşankirin ku li Yemenê ji serê salê heta dawiya Tîrmehê 34 hezar û 300 nexweşên sorikê hatin tesbîtkirin û hat tesbîtkirin ku di 7 mehan de 413 kes ji ber sorikê mirin.

Koçberî û xerabûna aboriyê bû sedema zêdebûnê

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de der barê mijarê de hat diyarkirin ku par ji ber heman sedemê 27 hezar nexweş û 220 kes mirine û hat destnîşankirin ku zêdebûna nexweşên sorikê û mirina ji ber sedemên wekî "xirabbûna rewşa aborî, kêmbûna dahat û koçberiye digire."

Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber şerê navxweyî li Yemenê ji sedî 73 ê gelê Yemenê muhtacê alîkariyên mirovî ne. Her wiha 4,3 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne. Li welêt ji ber şerê navxweyî 377 hezar kes ku ji wan zêdetirî 13 hezar sivîl in jiyana xwe ji dest dane.