Li Xezayê rojnamegerek din jî jiyana xwe ji dest da

Hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve jiyana xwe ji dest dan bû 95.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ji bilî gelê sivîl xebatkarên tenduristiyê, saziyên alîkariyê yên navneteweyî û rojnameger jî tên hedefgirtin. Hikûmeta li Zîvala Xezayê, ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê de rojnamevanek din a Filistînî hatiye qetilkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Medyayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin di encama bombebarana Îsraîlê ya mala malbata wê ya li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li beşa navenda Zîvala Xezayê de rojnamevan Hanîn Al-Kaştan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku hejmara rojnamevanên di êrîşên li ser Xezayê de hatin qetilkirin bû 95.

Di daxuyaniya berê ya ji aliyê Ofîsa Medyayê ve hatibû dayîn de, hat diyar kirin ku Îsraîl li Xezayê ji bo vegotina Filistînê bêdeng bike, rastiyan veşêre û gihandina nûçe û agahiyan a ji bo raya giştî ya herêmê û navneteweyî asteng bike, bi zanebûn rojnamevanan qetil dike.