Li Xezayê milyonek kes cihekî wan ê ku biçinê nemaye!

Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin û tê diyarkirin ku zêdeyî milyonek mirov cihekî wan ê ku biçinê nemaye.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha berdewam dikin. Li gorî ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA!yê; Îsraîlê taxa El-Cenîne ku li Rojhilatê taxa En- Nasir a li Bakûrê Refahê ye malên ku sivîl lê dijîn hedef girt.

Di êrîşan de hat diyarkirin ku li taxa Nasrê herî kêm 11, li Cenîne 3 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de li gorî hinek agahiyan, li Rojhilatê Xan Yunusê Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne, li dibistaneke ku xwe spartinê bi topan êrîş kirine. Şewat li dibistanê derketiye, der barê kesên jiyana xwe ji dest dane hê agahiyek nehatiye dayîn.

Gule li nexweşxaneyê hatin berandin

Li aliyê din li nexweşxaneya Nasir a li Başûrê Xan Yunusê yê Zîvala Xezayê, hat zanîn ku gule li Filistîniyekê hatiye barandin û hatiye kuştin, 3 kes jî birîndar bûne. Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hêzên Îsraîlê, deriyên nexweşxaneya Nasir, avahî û hewşa wê bi awayekî dijwar gulebaran kirine. Da zanîn ku tîmên tendirûstiyê di binya nexweşxaneyê de nekarîne ji avahîyekê biçin avahiyek din, di encama gulebaranê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û hinek kes jî birîndar bûne.

Di ser nexweşxaneya Emel de girtin

Îsraîlê ragihand ku li Xan Yunusa Başûrê Zîvala Xezayê li nexweşxaneya Emel ya girêdayî Xaça Sor a Filistînê 8 personelên tendirustiyê, 17 kes desteser kirine. Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Xaça Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat gotin ku; Artêşa Îsraîlê, zêdeyî 10 saetan li ser nexweşxaneya Emel de girtiye di wê demê de li nexweşxaneyê lêgerîn kirine, ziyan dane ekîpmanan, personelên tendirustiyê xistine lêpirsînê û derb kirine. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê di heman demê de 4 bijîşk di nav de 8 personelên tendirustiyê, 4 birîndar û 5 refaqatvan desteser kirine. Nexweşxaneya Emel 19 roj in di bin dorpêçê de û ji aliyê Îsraîlê ve rasterast tê hedefgirtin.    

‘Li Xezayê tu cihekî ku mirov lê bimîne nemaye’

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths, der barê êrîşa Îsraîlê yê li dijî Refahê de parvekirinek kir. Koordînator, diyar kir ku zêdetirî milyonek mirovên li vir rastî êşekî ku nayê texmînkirin hatine û ev hişyarî da: "Li Xezayê tu cihekî çûyîne nemaye.” Di parvekirina ku li ser hesabê medyaya dîjîtal hat kirin de wiha hat gotin: “Gelo dikarin biçin ku derê? Çawa dikarin di ewlehiyê de bimînin?" û bal kişand ku pêwîst e sivîl bên parastin.