Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 228’an

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di 24 saetên dawî de 193 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 228’an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê yên 147 rojan ên li ser Zivala Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Zivala Xezayê 193 Filistînîyên din qetil kirin û hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 30 hezar û 228’an.

'Di nava 24 saetan de 16 komkujî kirin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê di êrîşên dawî de 920 Filistînîyên din jî birîndar kirin û hejmara birîndarên li Zivala Xezayê gihîşt 71 hezar û 377’an. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de 16 komkujî pêk anîne û hat destnîşankirin ku hêj di bin xirbeyan û li ser rê de mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, xebatkarên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nekarîn xwe bigihînin cenazeyan.