Li Başûrê Kurdistanê mirinên bi guman ên jinan balê dikişîne

Li Başûrê Kurdistanê di 2 mehên dawî de 2 jin hatin qetilkirin û 6 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Bûyerên tundiya li ser jinan û mirina bi guman li gelek parêzgehên Başûrê Kurdistanê balê dikişîne. Li herêmê di nava 2 mehên dawî de 2 jin jî hatin qetilkirin, 6 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Hewlêr

Di 8’ê Çileyê de li Hewlêrê, Rêveberiya Parastina Şaristaniya Hewlêrê ragihand ku di encama şewata li malekê de jinek ji netewa Ereb jiyana xwe ji dest da.

Di 13’ê Çileyê de li taxa Fermanberan ya Hewlêrê, li ber derê malê bi asîtê êrişî jinek 40 salî ku dayika du zarokan, hate kirin. Piranî rûyê jinê û ji sedî 20’ê û bedana jinê ji ber asîtê şewitiye. Li gorî agahiyan bûyer ji aliyê mêrê ku pêre zewiceye hate pêkanîn, lê derbarê buyerê de kesek nehate binçavkirin.

Silêmanî

Di 3’yê Sibatê de li taxa Zergete ya bajarê Silêmaniyê jinek ciwan bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest da û polîsan derbarê buyerê de gotin: “Dawî li jiyana xwe aniy”, lê hevjînê jinê jî hatine binçavkirin.

Koye

Di 23’yê Çileyê de jinek 78 salî di mala xwe de bi wayek qetilkirî hat dîtin.

Kerkûk

Di 24’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê jinek 27 salî ku dawî li jiyana xwe aniyî di nava mala xwe de mirî hate dîtin.

Di 30’ê Çileyê de hate ragihandin ku jinek di encama bi şaşitî zarokek heft salî gule berdaye jiyana xwe ji dest da, lê piştre derket holê ku kujerê jinê mêrê ku pêre zewicibû ye.

Xaneqîn

Jinek 30 salî ku dayîka 2 zarokan bû, di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da.

Dûzxûrmatû

Li bajarokê Dûzxûrmatû, bavek bi şêweyek hovane êşkence li keça xwe ya 17 salî kir û piştre xwe ji serbanê de avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî

Helebce

Di dawiya meha Çileyê de xwendevanek jin di beşa navxweyî ya Zanîngeha Helebceyê de ket xwarê û bi awayek guman jiyana xwe ji dest da ku ji bilî gotina ku ketiye xwarê û miriye, agahiyek din li ser buyerê nehate eşkerekirin.

Duhok

Di 19’ê Sibatê de cenazeyê jineke ku xelkê Şengalê ye û li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Duhokê hate dîtin. Lê di derbarê sedema mirina jinê de ti agahiyek nehate belavkirin.