Li Mexmûrê starta 8’ê Adarê hat dayîn

Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma “Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê” starta çalakiyên 8’ê Adarê da.

Mexmûr - Weke her sal, îsal jî jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi coşek mezin li benda pîrozkirina 8’ê Adarê ne. Di bin banê Meclisa Îştar û tevgera Jinên Ciwan a wargehê de hemû jinên wargehê dikevin nava xebatên ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê. Îro jî jinên ku di xebatên Meclisa Îştar de cih digrin, xwe bi rengên biharê xemilandin û bi dirûşma “Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê” starta çalakiyên 8’ê Adarê dan.

Starta çalakiyê li pêşiya Meclisa îştar hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Îştar a wargeha Mexmûrê daxuyanî ji aliyê Qeder Kar ve hat xwendin.

 ‘Rêbertî riya azadî û têkoşînê ji bo jinan diyar kir’

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ruxmê girankirina tecrîdê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dide meşandin û wiha hat gotin: “Tecrîda ku bi armanca tunekirina tevgera Kurd û tepisandina şoreşê tê girankirin, di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Li ruxmê ewqas zehmetiyên tecrîdê, şert û mercên girava Îmraliyê, Rêbertî ji bo pêşxistina paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinan têkoşînek bêhempa dide meşandin. Li hemberî sîstema desthilatdar a ku xwe li ser kolekirina fikir û îradeya jinan bi hêz dike, Rêbertî riya azadî û têkoşînê ji jinê re destnîşan kir.”

‘Em ê bi têkoşîn û hevgirtinê xwe ji bin pencên qirker ên sîstemê rizgar bikin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevgirtina jinan û wiha hat gotin: “Li hemberî vê tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser jinaan tê meşandin, êrişên di her qadê de li ser jinan ji aliyê zîhniyeta paşverû ve tên meşandin û jinan ji hemû mafên wan ên jiyanê qut dikin, jinan weke mal û milkê xwe dibînin, di pêşengiiya jinên Kurd de têkoşîn û berxwedan her roja ku diçe mezintir dibe û zîhniyeta sîstema desthilatdar têk diçe. Jinên Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û xwedawendên xwe digrin di her qada jiyanê de mîna çûka Ankayê xwe ji xweliya xwe ji nû ve diafirînin û bi rihê jinên serhildêr li hemberî zihniyeta paşverû radiwestin.

Di her kêliya jiyana jinan de têkoşînê rola xwe ya sereke lîstiye, ji destpêka dîrokê ve heta roja îro. Jin her dem wek kole, bindest û milk hatine ravekirin. Di vir de ya ku ji me jinan tê xwestin, zanîna rastiya heyîna xwe û naskirin e. Em jin kî ne çi ne. Em ne ya ku hatiye kolekirin, bindestkirin û daxwazkirin e. Em jin in, em dayik in, em şopdarên xwedawendan û heyîna herî pîroz û bi nirx in. Em ê bi têkoşîn û hevgirtinê xwe ji bin pencên qirker ên sîstemê rizgar bikin. Jina ku bi hezaran salan hatiye kolekirin wê rizgar bibe û ji bo wekhevî, edalet û mafên xwe têbikoşe.”

‘Wê ev sedsal bi têkoşîna jinan bibe sedsala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê’

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di roja 8’ê Adarê de bi sedan jin hatin qetilkirin lê bi têkoşîn û keda jinan ew roj bû roja serhildan, berxwedan û kedê. Ne tenê di roja 8’ê Adarê de wê her roj, her kêlî têkoşîna jinan bilind bibe û xwe bigihîjîne lûtkeyê. Wê ev sedsal bi têkoşîna jinên Kurd û cîhanî bibe sedsala azadiya fizîkî ya Rêbertî û azadiya jinan. Bi vê boneyê em wek Meclisa Îştar û tevgera jinên ciwan a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) starta 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê radigihînin û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Rêber Apo, jinên Kurd û tevayî jinên cîhanê pîroz dikin.”

Rêzeçalakiyên ku di daxuyaniyê de hatine diyarkirin wiha ne:

“*2’ê Adarê wê semîner werin dayîn.

*3-5’ê Adarê wê li her çar taxên wargehê şano were pêşkêşkirin.

*4’ê Adarê wê ji bo xwandekarên amadeyî semîner were dayîn.

*6’ê Adarê wê belavok werin belavkirin.

*7’ê Adarê wê meşeke girseyî were lidarxistin û li ser balonan nivîsa jin jiyan azadî were nivîsandin û firandin.

*8’ê Adarê wê şahî were lidarxistin.”