Li navçeya Kelarê li dijî malekê êrîşa SÎHA'yê pêk hat

Li navçeya Kelarê ji aliyê balafirê bê mirov ê dewleta Tirk ve li dijî malekê êrîşek pêk hat.

Navenda nûçeyan-Silêmanî- Tirkiyê li navçeya Kelar a Rêveberiya Germiyan a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, bi balafirên bê mirov êrîş bir ser malekê.

Hîn nehat hînbûn ku di êrîşa ku bi SİHA yê hat kirin de windahiyên canî hene yan na. Hat diyarkirin ku mala hhatiye topbarankirin malek sivîlan e û lêpirsîn hat destpêkirin.