Huda Kaya: 28’ê Sibat îro li desthilatdariyê ye

Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ji girtîgeha ku lê tê girtin têkildarî 28’ê Şibatê peyamek şand û got: “Çawa ku em di 28’ê Sibatê de li dijî zilmkaran têkoşîna azadiyê da û li ber xwe da, îro jî li dijî heman zilmkaran heman têkoşînê didin.”

Navenda Nûçeyan – Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, bi boneya salvegera 28’ê Sibatê ji Girtîgeha Sîlîvriyê peyamek şand. Huda Kaya, di peyama xwe de wiha got: “Kesên di 28’ê Sibatê de li ber xwe dan, îro jî li ber xwe didin.”

'Em li dijî heman zilmkaran heman têkoşînê didin'

Huda Kaya got, “Çawa ku em di 28’ê Sibatê de li dijî zilmkaran têkoşîna azadiyê da û li ber xwe da, îro jî li dijî heman zilmkaran heman têkoşînê didin. Dîn, bawerî, exlaq û hêza zilmkarên îro û kesên duh dema me digot ‘ji hicabê re azadî’ gotin terorist û xayîn, eynî ye.” Huda Kaya balkişand ku li kanalên televîzyonê, têkildarî 28’ê Sibatê dîrokek mezin a derewan û edebiyata ‘em mexdûr in’ tê kirin.

Huda Kaya, diyar kir di belgeselan de ji bo navê wan derbas nebe, doza herî hejîner a 28’ê Sibatê sansûr dikin û diweşînin û got: "Wekî hertim, hin kes mexdûriyetên sexte dikin. Kesên di 28’ê Sibatê de li ber xwe dan, îro jî li ber xwe didin. Ji kesên derewker, mexdûrên sexte û yên ku bi ked û bedelên kesên berxwedêr diçin ser serwerî û desthilatdarî bawer nekin. Bila bigrîn û dîroka derewîn binivîsin. Em bizanebûna îbadeta herî mezin parastina heq e, em dîroka kî dibe bila bibe li dijî zilmkar û kî dibe bila bibe li kêleka bindestan bûyîn dijin. 28’ê Sibat li desthilatdariyê ye.”

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû girtin

Huda Kaya, di dîroka 1'ê Mijdara 2023'an salvegera Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kobanê de, di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hat binçavkirin û heman rojê hat girtin. Huda Kaya ku beriya niha di sala 1998'an de ji ber nivîsek nivîsandibû hatibû binçavkirin, bi madeya 312'an a wek "sûcê fikrî" tê zanîn li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hat darizandin. Huda Kaya ya ji vê darizadinê  20 meh cezayê girtîgehê girt, du zarokên xwe yên keç re hate girtin. Huda Kaya piştî ku di sala 1999'an de tehliye bû, piştî 3 mehan careke din hat girtin û vê carê bi du zarokên xwe yên keç re ket girtîgehê.