“Li Tirkiyeyê mafên xatirxwestinê yê girtiyên nexweş jî ji destê wan tê girtin”
Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran bal kişand ku di demên dawiyê de girtiyên nexweş nayên dermankirin û destnîşan kir ku bi vî awayî mafên jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin. Gîzem Mîran da xuyakirin ku divê Wezareta Edaletê li ser vê bingehê mewzûata neteweyî û navneteweyî pêk bîne û anî ziman ku di nav civakê de belavbûna têgeha ‘girtiyên nexweş’ bi xwe jî pirsgirêkek cidî ye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên nexweş di dermankirinê de zehmetiyê dijîn. Li girtîgehên ku 605 nexweşên giran lê hene û 604 ji wan nexweşên giran in, ev hejmar roj bi roj zêde dibe, bi rewşa siyasî ya heyî re ‘mafê xatirxwestinê’ yê girtiyan jî ji destên wan tê girtin. Siyasetmedar Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan (83) ên ku nexweşên giran in û çavdêriya awarte de ne weke mînakên berbiçav ên rewşa xirab a li gertîgehan in. Her wiha nobeta edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dane destpêkirin hê jî berdewam dike. Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran rewşa ku bi şewbê re li girtîgehan kûr û giran bûye nirxand û bang kir ku divê Wezareta Edaletê ji bo girtiyên nexwez mewzûata navneteweyî û neteweyî pêk bîne.
"Polîtîkayên li hemberî girtîgehan bi dehan salan e didomin"
Gîzem Mîran destnîşan kir ku binpêkirina mafan li zindanan, weke polîtîkayeke dewletê ye bi salan tê meşandin û bal kişand ku bi şewbê re ev pêvajo girantir bûye. Gîzem Mîran bi lêv kir ku li ser pirsgirêkên sewka nexweşxaneyê û pirsgirêkên dermankirina nexweşên giran, sînordarkirina şewbê jî hatiye zêdekirin û da xuyakirin ku du salên dawiyê girtiyên nexweş nehatiye dermankirin."
"Ev du sal in, girtî nayên dermankirin"
Gîzem Mîran destnîşan kir ku girtiyên ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneyê bi pirsgirêkên cur bi cur re rû bi rû dimînin û van pirsgirêkên ku tên jiyîn wiha bi rêz kir; "Girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê jî ji ber nêzîkatiya li nexweşxaneyan, bêyî ku werin dermankirin careke din wan tînin nexweşxaneyê. Piştî vê pêvajoyê, di 14 rojên karantînayê de binpêkirina mafan pir zêde bûye. Muayeneya bi kelepçe, teqez sepanek e ne li gorî rûmeta mirov e. Girtiyên ku ji ber vê yekê nayên dermankirin jî hene. Dema sepanên ku di bin navê pêşgiriyên ewlehiyê de dikin hincet li ser vê yekê tê zêdekirin, girtî nayên dermankirin."
"Mafê xatirxwestinê yê girtiyan ji destên wan tê girtin"
Gîzem Mîran anî ziman ku divê kesên nexweş di girtîgehan de neyên girtin û got; "Ev di qada neteweyî û navneteweyî de tê wateya qedexeya îşkenceyê. Ji ber ku qedexeya îşkenceyê, tenê rêzeke mafan a li ser bingeha pêkneanîna îşkenceyê nîn e. Erka hikumetan ew e ku pêşiya her cure zirara ruhî û bedenî ya kesan bigrin. Ji ber vê yekê di nav civakê de belavbûna têgeha ‘girtiyên nexweş’ bi xwe jî pirsgirêkeke cidî ye."
"Tirkiye qedexeya îşkenceyê binpê dike"
Gîzem Mîran bi gotina; “Tirkiye bi van sepanan, mafê jiyanê binpê dike", destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş, mayîna li girtîgehan, beriya binpêkirina mafê tenduristiyê veguheriye binpêkirina mafê jiyanê. Gîzem Mîran destnîşan kir ku di pêvajoya tê jiyîn de Tirkiye li gor zagonan tevnagere û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Girtiyên nexweş ên ku li ber mirinê ne û tên ber sînorê mafê xatirxwestinê hene. Hem nayên dermankirin, hem jî mafê xatirxwestinê yê girtiyên ku li ber mirinê ne ji destên wan tê girtin. Ev mafê xatirxwestinê di biryarên dadgehên navneteweyî de bi awayekê cidî tê pêkanîn. Ev yek mafê jiyanê bin pê dike, li kêleka vê di xala 3’yemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de binpêkirina qedexeyan îşkence ye. Em dikarin bêjin ku Tirkiye di vê xalê de hem mafê jiyanê hem jî qedexeya îşkenceyê binpê dike."
"Çalakî û daxwaza malbatan rawa ye"
Gîzem Mîran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nobeta edaletê ya ku li Amed û Wanê xizmên girtiyan dane destpêkirin û destnîşan kir ku çalakî û daxwazên malbatan rawa ne. Gîzem Mîran di vê xalê de bang li Wezareta Edaletê kir ku divê mewzûata neteweyî û navneteweyî pêk bînin û weke parezvanên mafên mirovan û weke parêzer, ji bo bibin dengê daxwazên malbatan, ew ê serî li rêbazên pêwîst ên zagonî bidin.