Li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 8 jin hatin qetilkirin

Jin ji bo mafên xwe di 8’ê Adarê de xwe amade dikin ku dakevin qadan lê li bajarên Tirkiyeyê di nava rojekê de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinek ji bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Tirkiye di nava welatên ku di van salên dawî de tundiya li dijî jinan lê zêde bûye de cihê xwe digre. Bi taybetî piştî paşvekişandina ji peymana Stenbolê tundiya li dijî jinan her roja ku diçe zêde dibe. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin di nava 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinek jî bi giranî birindar bû.

Li navçeya Pamukkaleya Denîzliyê jina bi navê Nasim Gol a Efganistanî ji aliyê mêrê pê re zewicê yê bi navê Muhammet Esmail Habibî ve bi kêrê hat qetilkirin.

Ji navçeya Aliagaya Îzmîrê jina bi navê Ozlem Çankaya ji aliyê mêrê pê re zewicê yê bi navê Ahmet Çankaya ku ev demek bû jê cuda bû, di dema hevdîtina kar de bi kêrê hat qetilkirin.

Nûçeyên qetilkirina jinan ên di çapemeniyan de cih girtin wiha ne:

*Li Çekmekoya Stenbolê jina bi navê Emîne Ulku Araz ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve bi çekê hat qetilkirin.

*Li naveya Akyaziya Sakaryayê jina bi navê Hatun Ekrem Aslan ji aliyê mêrê bi navê Alî Riza Aslan ê ku pê re di pêavajoya hevberdanê de bû bi çekê hat qetilkirin.

*Li Bursayê jina bi navê Tuba Ateşcî ji aliyê mêrê bi navê Murat Demîr ku beriya salekê hev berdan bû ve bi çekê hat qetilkirin.

*Sevilay Karli ku li Pendika Stenbolê dijiya, ji aliyê mêrê bi navê Umit Karli ku beriya 5 salan hev berdabûn ve bi kêrê hat qetilkirin.

*Li Samsata Semsûrê Kasim A. Tuna A ya pê re zewicî, hevjînê xwişka hevjîna xwe Abidin A û zarokê wê yê 9 salî Mustafa A bi çekê qetil kir.

*Li Adanayê jina bi navê Nurselî K. ji aliyê mêrê bi navê Oktay D. yê ku hevber dabûn ve di serdegirtina cihê kar de hewl da bi çekê qetil bike. Nurselî K ya bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê tadawî dibîne.

*Kesê bi navê Şafak Saydam ku di 19’ê sibatê de li Erziromê ji girtîgehê firar kir, bi çekê Erişî Elîf Saydam kir û Saydam 9 roj piştre jiyana xwe ji dest da.