Li Sûdanê pevçûn didomin: 430 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê 330 hezar kes di nava Sûdanê de ji cih û warên xwe bûn û zêdeyî 100 hezar kes jî koçberê welatên cîran bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de dest pê kiribûn, tevî biryara agirbesta 3 rojan a cara duyemîn hat dirêjkirin jî berdewam dike.

Li gorî agahiyên ajansa Reutersê Serokomarê Misrê Abdulfetah Es-Sîsî diyar kir ku ew e ji bo diyaloga di navbera aliyan de piştgirî bidin lê “Di mijara tevlibûna karûbarên navxweyî de bi baldar bin.” Abdulfetah Sîsî di hevpeyvîna xwe ya rojnameyeke Japonî de, ev nirxandin kir: "Dibe ku hemû herêm bi bandor bibe."

‘Ger pevçûn bi dawî nebin dê bandor pir mezin be'

Bernameya Xurek a Cîhanî (WFP) di daxuyaniya xwe ya duh de, ragihand ku piştî navbera ji ber sedemên ewlehiyê dabûn, dê li herêmên ewle yên welat ji nû ve dest bi xebatên xwe bikin. Dîrektora Afrîkaya Rojhilat a WFP’ê Michael Dunford, wiha got: "Xeterî ne tenê qeyranek ji bo Sûdanê be dê qeyranek herêmî çêbibe."

Michael Dunford bal kişand ku Bendera Sûdanê ku bi sed hezaran kesên ji paytext Xartûmê direvin ji bo tehliyekirinê tên, xala sereke ya ketina alîkariyê ye ji bo gelek welatên herêmê ye û wiha got: "Ger pevçûn bi dawî nebin ger em nesekinin dê bandora pîvana mirovahî pir mezin be."

'330 hezar kes ji cih û warên xwe bûn’

Li gorî agahiyên ku NY’ê parve kir, li Sûdanê ji ber pevçûnan 330 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Dema ku bi hezaran Sûdaniyan hewl dan ji welatê xwe biterikînin, NY’ê di daxuyaniya xwe di 1’ê Gulanê de ragihand ku penaberên Sûdanê jî di nav de dê 800 hezar kes dikarin bi awayekî demkî ji welat derkevin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, ragihand ku di pevçûnên di 15’ê Nîsanê de dest pê kirine dest pê kirine de 528 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 599 kes jî birîndar bûne.