Li Sûdanê aliyan Beyannameya Cîddeyê îmze kirin

Li Sûdanê ji bo rawestandina pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de didomîn, "Beyannameya Cîddeyê" hat îmzekirin. Di beyannameyê de hat xwestin ku destûr ji tehliyeyan re bê dayîn û aliyên şer agirbestê pêk bînin.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê ji bo pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez ku ji 15’ê Nîsanê ve berdewam dike bên rawestin, 'Beyannameya Cîddeyê' hat îmzekirin. Di encama hevdîtinên di navbera aliyan de ku ji aliyê DYA û Erebistana Siûdî ve li bajarê Cîdde yê Erebistana Siûdî ji bo çareserkirina krîza li Sûdanê hatibûn destpêkirin, beyanname hat îmzekirin.

Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de cih digre di beyannameyê de hat ragihandin ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez dê ji her êrîşeke ku zirarê bide sivîlan dûr bisekinin û hat destnîşankirin ku berjewendiyên gelê Sûdanê ji bo her du aliyan girîng e. Hat diyarkirin ku armanca beyannameyê ji bo bicihanîna pêdiviyên sivîlan hêsankirina çalakiyên mirovî ne.

Hat xwestin ku aliyên şer li gorî agirbestê tevbigerin

Di beyannameyê de hat diyarkirin ku divê hemû sivîlên li Sûdanê ji pevçûn û herêmên dorpêçkirî derkevin, destûra tehliyekirinê bidin û li gorî agirbestên ku bi hincetên mirovî hatine ragihandin tevbigerin. Di beyanmaneyê de her du aliyan teqezî li ser biryardariya xwe ya ji bo parastina serwerî, yekitî û yekparçebûna axa Sûdanê jî kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 604’an û hejmara birîndaran jî gihîşt 5 hezar û 127’an