Li Qamişlo li dijî tecrîdê meş: Rêber Apo çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e

Şêniyên Qamişlo bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin.

Qamişlo - Kampanyaya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, li seraserê cîhanê deng veda. Şêniyên Qamişlo îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, meşek li dar xistin. Meşê bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabê" û "Bimre Dewleta Tirk a faşîst" ji çerxeriya Sonî dest pê kir, heta navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatibûn hildan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.

‘Em ê li ser lingan bin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Ciwana Yekitiya Demokratîk (PYD), Welaa Omer ve  hat xwendin wiha bû: “Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û civakê ya . Em dizanin ku tecrîda li ser Rêber Apo li ser îradeya gel û mirovahiyê ye. Komploya navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û bi girtina Rêbertî di 15’ê  Sibata 1999’an de dixwestin civak û tevgerê bê pêşeng û rêber bihêlin. Bi saya berxwedan û têkoşîna Rêber Apo komplo vala derket. Ev 33 meh in tecrîda girankirî li ser Rêber Apo berdewam dike. Ji ber ku dewleta Tirk û hêzên komploger dizanin çareserî û aştî ji Îmraliyê dest pê dike, ji ber vê yekê hemû rêxistinên mafên mirovan û CPT, pêwîst e erkên xwe yên mirovî bi cih bînin. Bicûk û mezin jin û ciwan kal û pîr em ê hemû li ser piyan bin. Em weke Jinên Ciwan ên PYD’ê careke din tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî dikin bi taybet piştî erdheja ku li Îmraliyê çêbû pêwîst e bi erkên xwe yên mirovî rabin û li hemberî dewleta Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Em soza xwe didin ku heya dawî em ê li ber xwe bidin û çalakiyên cur bi cur rabin da ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e’

Her wiha têkildarî tecrîdê endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişloyê, Rodîn Îsa axivî û got: “Em weke Tevgera Jin Kongra Star li ser piyan bin heta ku Rêber Apo azad bikin. Ji ber daxwaza me ew e ku di sedsala 21’ê de Rêber Apo li ba me be bi fizîkî azad be. Em dixwazin hema niha agahiyek ji Rêber Apo bigrin. Her wiha armanca me ya esasî ew e ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Rêber Apo çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e lewma banga me li tevahî jinên azadîxwaz ew e ku rabin ser piyan û banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin, ji ber azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî jin û civakê ye.”

Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.