Li Newala Bekaya Lubnanê semînera Jineolojiyê hat lidarxistin

Bi boneya 8’ê Adarê li Newala Bekaya Lubnanê di semînera ji aliyê Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ve hat dayîn de, jinan li dijî sîstema mêrsalarî banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Newala Bekaya Lubnanê bo boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ji aliyê Navenda Lêkolîna Jîneolojî ve semînerek hat dayîn. Di semînera ku gelek kes ji Tûnis, Lubnan û Tirkiyeyê beşdar bûn de endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Zahîde Mamo û endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ya Lubnanê Mahasen Madkllah axivîn.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di roja me ya îro de bûye dirûşmek ku koletiyê ji holê rake û wiha hat gotin: “Ev dirûşm asta pêwîstiyên jinan îfade dike. famkirina jiyanê bi awayekî rast girîng e. Pergala kapîtaîlst li welatên Rojhilata Navîn û cîhanê jinên Kurd, Ereb û Rojava jî di nav de, hemû jinan dike hedef. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanî ye, li dijî zilm, koletî û qetilkirina jinan e.

‘Divê em dawî li her cure tundiyê bînin’

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku jinên Kurd mîrasa têkoşînê parastine, li dijî sîstema mêrsalar derketine û wiha hat gotin: “Ji bo cihêkarî û dûrxistinê ji holê were rakirin, ji bo têkoşînek piralî û serkeftî were domandin, li dijî fikrên mêrsalarî divê em hêza xwe ya hevpar derbixin holê. Jineolojî jî zanista jiyanê ye, cudahiya di gerdûnê de dike bingeh. Ji bo em li dijî sîstema mêrsalar bi ser bikevin divê têkoşîn were bilindkirin. Divê em dawî li her cureyê tundiya li dijî jinan bînin. Divê em li dijî şer birçîbûn û xizaniyê derbikevin.”