Li Lubnanê 7 kes hatin kuştin û zêdeyî milyonek kes koç bûn
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Di heman demê de êrîş li ser bajarokên başûr û rojavayê Bekayê berdewam dikin û zêdetirî 137 hezar kes jî koçber bûne.
Navenda Nûçeyan – Bandorên êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê berdewam dikin. Welat şahidiya zêdebûna aloziyan dike û her diçe rewşa mirovî xirabtir dibe. Bi berfirehbûna bombebaranê û zêdebûna hejmara mirovên koçber, rêxistinên navneteweyî tekez dikin ku pêwîst e sivîl ji encamên zêdebûna aloziyê werin parastin.
Di rojek de 7 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn
Li gorî daneyên destpêkê, êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê îro pêk hatine bûn sedema mirina 7 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan. Di heman demê de balafirên şer ên Îsraîlê rêze êrîşên giran li ser hejmarek bajarokên li başûr û rojavayê Bekayê pêk anîn.
Êrîşên Îsraîlê bajarokên Miarka kirin hedef û du kes hatin kuştin. Di bombebaranê de her wiha Batûliye, Qetranî, Zibdîn, Habûş, Eyn Qana û Ereb Salim ên li başûr jî kirin hedef. Herêma El-Serîra û bajarokê Sehmer ê li rojavayê Bekayê jî bûn hedef ku ziyanek mezin dan mal û binesaziya sivîlan.
137 hezar kes li stargehan dimînin
Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî li Lubnanê ragihand ku hejmara kesên koçber ên qeydkirî li welêt milyonek derbas bûye, di demeke de ku pêdiviyên mirovî li herêmên cuda zêde dibin. Da zanîn ku zêdetirî 137 hezar kesên koçber ku nêzî ji 3 yek ji wan zarok in li nêzî 700 stargehên kolektîf dimînin, piraniya wan dibistan in. Di heman demê de piraniya kesên koçber ên din li cem civakên mêvandar an jî li wargehên nefermî dijîn û di gihîştina xizmetên herî bingehîn de bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin.
Banga kêmkirina rageşiyê
Neteweyên Yekbûyî banga lezgîn ji bo kêmkirina rageşiyê û rêzgirtina zagonên mirovî yên navneteweyî nû kir. Her wiha tekez kir ku pêwîst e sivîl werin parastin û xebatkarên mirovî û tenduristiyê bidomin, ji bo misogerkirina ewlehî û bê gihîştina alîkariyan bê astengî divê divê demildest tiştek were kirin.
Ji ber êrîşan bi hezaran kes mirin û birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh ragihand ku hejmara kesên di êrîşan de hatine kuştin gihîştiye hezar û 497 û 4 hezar û 639 jî birîndar bûne.