Li Lîbyayê jinên akademîsyen ji bo guherîna civakî dixebitin

Jinên akademîsyen ên li Lîbyayê, tevî astengiyên feraseta mêr jî bi lêkolîn û xebatên zanistî hem li zanîngehan û hem jî li derveyî zanîngehan hişyariyê ava dikin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî – Endama Hîndekariya Beşa Têkiliyên Gel a Fakulteya Erformanstonê ya Zanîngeha Bîngaziyê Meryem Al-Maghrabî, da zanîn tevî astengiyên feraseta mêr jî jinên akademîsyen di her qadê de hebûna xwe didin nîşan dan. Meryem Al-Maghrabî, diyar kir êdî jinên akademîsyen dikarin di erkên bi bandor de cih bigrin û anî ziman jin di zanîngehan de jêhatibûnên xwe ya civakî pêş dixin.

‘Lêkolînên wan ên zanistî ji bo berjewendiya civakê ye'

Meryem Al-Maghrabî, serkeftina mezin a jinan ên di beşa Têkiliyên Giştî û Reklamê de jî wek mînakek ji van jêhatibûnan re nîşan da. Meryem Al-Maghrabî, da zanîn jinên akademîsyen di gelek fealiyetên weke konferans û semîneran de cih digirin û destnîşan kir lêkolînên xwe yên zanistî jî ji bo berjewendiyên civakê pêktînin.

'Jinên akademîsyen dikarin li derveyî zanîngehê jî bixebitin'

Meryem Al-Maghrabî, wiha got: “Jinên akademîsyen xwedî perwerde û çand in. Dikarin li derveyî zanîngehê jî bixebitin û dikarin li saziyên cuda qursên perwerdeyê an xebatên komxebat bimeşînin. Mînak rola peywendiyên gel ji saziyek ji bo saziyek din diguhere, ji ber vê yekê ez wek akademîsyenek bawer dikim ku her saziyek xwedî hêz, pêşengî û stratejiyên cûda ye."

'Jin di qadên civakî û tenduristiyê de pir dixebitin'

Ji Beşa Rêveberiya Giştî ya Fakulteya Îktîsat Profesor Rima Al-Jarîdî jî, dest nîşan kir akademî hem di warên pisporiyê de û hem jî di warê kariyerê de piştgiriyek mezin dide jinan. Rima Al-Jarîdî, da zanîn bûyîna akademîsyenek jin asteng nabe ku di erkên îdarî yên weke rêveberiyê de cih bigire û wiha got: "Em dixwazin di pêşerojê de erka dekantiya zanîngehê jinek bike." Rima Al-Jarîdî, da zanîn ku jin bi taybetî di qadên civakî û tenduristiyê de pir dixebitin û wiha got: “Li hemberê malbat û zarokên xwe roleke mezin dilîzin. Ev roleke ku kes nikare înkar bike an jî îhmal bike ye. Jin nîvê civakê ne, di rastiyê de temamiya hemû civakê ji jinan pêk tê. Ji ber ku jin hemû rolên di civakê de dilîzin.”

'Em berovajiyê nêrîna giştî li dijî jinên akademîsyen dibînin'

Rima Al-Jarîdî, bal kişand ku jin gelek caran ji aliyê civakê ve tên îzolekirin û wiha got: “Rastiya ku jin di qada akademîk de dixebitin, asteng nîne ku tevlî jiyana zanistî û xebatên sivîl ên ku agahiyên bi bandor dide mirovan bibin. Em li gorî tecrubeyên ku di qada akademîk de bi dest xistine xizmetê pêşkêş dikin.” Rima Al-Jarîdî, diyar kir li gorî tercûbeyên xwe ya di qada akademîk de li navenda bi navê "Washtam" xizmetê didin û wiha got:

“Navendek bi pirsgirêkên zayendî re mijûl dibe ye. Di qadên cuda de xizmetên girêdayî lêkolîn û lêkolînên zanistî yên ku bala jinên dikişîne pêşkêş dike. Nêrîna giştî ya derbarê jinên akademîsyen de xwe di buroyê de girtî bigrin û bi pirtûkan dorpêçkirî dimînin. Lê di rastiyê de em dibînin ku aliyên wê yên cuda hene. Hewl dide di warê aborî de xwe pêşde bixe. Berpirsiyarê piştgirîkirina zarok, dayik û bav an jî xwişk û bira û yên din e. Her wiha armanc dike projeya xwe ya rêveberiya pereyan jî veke.”

'Em pirsgirêka piştgiriya aborî dijîn’

Ji Beşa Tenduristiya Jîngehê ya Koleja Tenduristiya Gel Profesor Hadir Juwailî Al-Mujbarî jî, diyar kir divê hin qalibên qanûnê yên li dijî jinan bên guhertin.Hadir Juwailî Al-Mujbarî, diyar kir di van demên dawî de bi hewildanên xwe yên takekesî komxebat û dersên hay jê hebûnê pêktîne û wiha got: "Em di xebata ez dimeşînim de pirsgirêka piştgiriya aborî dijîn." Hadir Juwailî Al-Mujbarî, der barê xebata pêkbîne de wiha got:

"Pisporiya tenduristiya jîngehê, qadek pisporiyê ku xwedî konseptek ku hewa û ax jî tîne cem hev, her tiştê bi hawîrdorê ve girêdayî ye. Ez ê di warê ku rêyên pêşîlêgirtina kêmasiyên ku di yek ji van hêmanan de çêbibin fêr bibim de xebatan bimeşînim. Xebata min dê lêkolîna zêdebûna guherîna avhewa jî bihewîne.”

'Em hewl didin li derveyî saziyên perwerdeyê jî hay jê hebûn ava bikin’

Hadir Juwailî Al-Mujbarî, diyar kir niha li ser du mijarên bi navê “Jîngeha Civakî” û “Rewşa awarte ya jîngehê” ku hemû tiştên girêdayî pirsgirêkên jîngehê yên civakê digre dest, dixebitim û wiha got: “Ez li ser van her du mijaran dixebitim. Di van salên dawî de, Coronavirus, Bahoza Derna û karesatên xwezayî hatin jiyîn. Em hewl didin li derveyî saziyên perwerdehiyê van pirsgirêkan bi hemû hêza xwe ragihînin û bi saziyên din re hevkariyê bikin. Em dixwazin di mijara pirsgirêkên jîngehê û çawaniya çareserkirina wan de hay jê hebûn avabikin.”