Li Iraqê rojnamevan di bin gefê de ne: Di 2024’an de 457 binpêkirin

Li gora daneyên Komeleya Parastina Mafê Rojnamevanan a Iraqê, di sala 2024’an de 457 binpêkirin li hemberî rojnamevanên li Iraqê hatiye kirin.

Iraq – Komeleya Parastina Mafê Rojnamevanan a Iraqê bîlançoya binpêkirinên di nava salên bûrî de li hemberî rojnamevanên li Iraqê hatî kirin bi daxuyaniyekê parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2024’an de 457 binpêkirin li hemberî rojnamevanan hatiye kirin.

Li herêma Kurdistanê 179 binpêkirin

Di heman demê de di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê jî 179 binpêkirin li hemberî rojnamevanan hatiye kirin. Li Bexda 105 binpêkirin, li sînorê Kerkûkê jî 25 binpêkirin li hemberî rojnamevanan hatiye kirin.