Li dijî tecrîdê Çalakiya Nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûr ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 104’emîn didome.

Mexmûr – Çalakvanên Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bê westan û rawestan ev saleke zêdetire bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 104’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 103’emîn Besê Budak axivî.

‘Em ê heta azadiyê dinava çalakiyan de bin’

Besê Budak destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dixwaze di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevayî gelê Kurd tecrîd bike û wiha got: “Ji bo çalakiya nobetê ku ev saleke zêdetire didome, herkes li ser lingan e. Ji zarokan bigre heta kesên bi temen. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ev 30 sal in dinava têkoşînê de ne. Lê ev jî têrê nake. Ji bo wê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî em mîsoger nekin em ê dinava têkoşînê de bin û çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 104’emîn û dirûşmeyan dawî bû.