Bûyer û çalakiyên Başûrê Kurdistanê di sala 2024’an de
Tiştên ku di sala 2024’an de li Başûrê Kurdistanê derketin pêş, têkoşîna jinan a li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Hejmar 188 û dijwarbûna êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bûn.
BÊRÎVAN ŞAHO
Silêmanî – Sedsala 21’an ji bo sîstema modernîteya sermayedar sedsalek tije qeyran û alozî bû. Têkiliyek vê qeyranê rasterast bi jinan re heye û di astek zêde de jin rastî qeyran û bindestiyê hatin. Sîstema mêrsalarî ku îro modernîteya sermayedar li piştê ye, di şer û pevçûnên dijwar de ji bo rizgarbûna ji vê qeyranê ku bûye sedema dijwarbûna êrîşên li ser jinan, heta dighê asta şer û komkujiyê. Li pişt vê rewşê êrîşên fikrî, fîzîkî, civakî û siyasî dijwartir dibe. Li dijî vê yekê di tevahiya sala 2024’an de jinan li Başurê Kurdistanê têkoşîn meşandin.
Di 25’emîn Salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li cihê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de, ji bo rojekê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Gelek rêxistin û kesayetên Kurdistanê, rewşenbîr û rojnamevan beşdarî vê çalakiyê bûn.
8’ê Adarê
Jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îsal mohra xwe li çalakiyên 8’ê Adarê da. Di vê çarçoveyê de li başûrê Kurdistanê bi drûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve gav davêjin’ çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Her wiha bi boneya roja cîhanî ya jinan, Korbenda Midyayî ya Jinên Îraqê merasîma 13’yemîn Festîfala Navnetewî ya medyaya jinan lidarxist. Di vê festîvalê de rêz li 12 jinên yekem ên medyayên Ereb û biyanî hatin girtin, xelata sala 2024’an dan wan.
Newroz
Pîrozbahiyên Newroza îsal ji ber mizgîniya ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve ji çiyayên Kurdistanê hat, li çar aliyên Kurdistanê bi coş hat pêşwazîkirin.
Enfal û kîmyabaran
Her sal ji bo bîranîna qurbaniyên Enfal û kîmyebarana Helebçeyê, li bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. RJAK’ê li bajarê Kerkûkê pêşangehek wêneyan bi drûşma ‘Jin qurbaniyên sereke yên şer in’ hate vekirin. Li Helebçeyê nasandina pirtûka ‘Helebçe jî hat enfalkirin’ ya Gulale Germiyan, hat kirin. Çeleng danîn ser goristana Helebçê.
Êrîş û dagirkerî bi hedefgirtina pêşengên jin berdewam kir
Di berdewamiya nerazîbûnên li dijî dagirkerî û leşkerkişandina dewleta Tirk û Îranê ya ser xaka herêma Kurdistanê, 110 çalakvanên sivîl, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan, bi civînek çapemeniyê nameyek nerazîbûnê aşkera kirin. Di nameyê de li dijî hebûna zêdetirî 250 baregehên dewleta Tirk û şehîd û birîndarbûna zêdetirî 850 hemwelatiyên sivîl li herêma Kurdistanê nerazîbûn hat nîşandan. Çalakvanan nameya xwe radestî Encûmena Nûnerên Iraqê kir. Her wiha 114 çalakvan û kesayetên din daxwaz li gelê Kurdistanê, Iraqê û bazarganan kirin ku li dijî dagirkeriya xaka Kurdistanê bibin xwedî helwest û dest bi pêngava berfireh a baykotkirina berhemên Tirkan bikin. Hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyek behsa binpêkirina serweriya xaka Iraqê û zagona mafên mirovan a navnetewî û peymana Cenevre û protokolên ji aliyê dewleta Tirk ve kir û radestî NATO’yê kir.
Boykota mamosteyan
Ji ber paşxistina mûçe û binpêkirina mafê rewa yê mamosteyan, ji sala 2014’an heta niha ev 10 sal in ji ber baykota mamosteyan li çend bajar û bajarokan pêvajoya perwerdeyê û xwendinê têk çûye. Hikûmeta herêmê jî li hemberî vê rewşê tiştek nake.
Rewşa jinên herêmên Kurdistan û Iraqê di 25’ê Mijdarê de
Wek hemû dinyayê, civaka Iraq û Herêma Kurdistanê jî, para xwe ji tudiya li dijî jinê girtiye. Navê Iraqê di rêza destpêkê ya tundiya li dijî jinê de, tê dîtin. Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê li bajarê Koye, Helebce, Qeladiz, Ranya, Silêmanî, Kerkûkê gelek çalakî û semîner lidar xistin. Di çalakiyên bi dirûşma ‘Ti hincetek tune ye, em ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinê bibin yek’ çêbûn de, derbarê sedema sereke ya biryara 1325’an û belavkirina hişyarî û nehiştina tundiya li dijî jinê de agahî hatin dayîn.
Tevî ku jin li herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina mafê xwe hertim di nav hewldanan de ne jî, hertim piştevaniya jinên li parçeyên din yên Kurdistanê kirine. Di vê çarçoveyê de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîş, metirsî û gefên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, kampanyayek haschtagê û komkirina alîkariya mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê û vekirina deriyê Sêmalka yê li Silêmanî ragihand.
Jinên Êzidî û jinên Iraqê, di sêyemîn konfaransa jinên Iraqê de li kom bûn, bi dirûşma ‘Ji darvekirinê re na, ji azadiya jinê re erê’ li dijî cezayê darvekirinê yê ku li rojnamevan Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî hatiye birin, nerazîbûn nîşan dan.
Destkeftî û xelat
Îsal wek salên borî jinan li Iraqê û herêma Kurdistanê di aliyê werzîş, zanist, tenduristî û sînemayê de gelek serkeftin bidest xistin.
Wêje, huner û şano
Jinan di hemû aliyên jiyanê de cîhê destê xwe diyar kirin û bûn xwedî destkeftiyan. Huner û wêje çend ji van destkeftiyên jinan in.
Rêxistina Merziye
Huner cihek girîng ê jiyana mirovan e. Jinên ku ji dîrokê ve rola wan di zindîkirina hunerê de hebû jî, di vê çarçoveyê de di 10’ê Adara îsal de Rêxistina Merziye ava kirin. Jinan ji bo nîşandana hêza xwe, şahiyek bi amadebûna koma hunerî ya Rojda ji Rojhilatê Kurdistan lidar xist. Jinan bi vê şahiyê, damezrandina xwe ragihand. Ev rêxistin ji aliyê komek hunermendên jin ên başûrê Kurdistanê ve tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de çend çalakî û berhemên wan ên hunerî jî hene.