Li Îranê di 2024’an de 26 jê jin û 5 zarok 883 kes hatin darvekirin

Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan; di sala 2024’an de nêzî 883 kes li Îranê hatin darvekirin. Di nava kesên ku hatien darvekirin de 26 jin û 5 zarok hene.

Îran- Ajansa HRNA’yê ku ji aliyê çalakvanên mafên mirovan ve tê birêvebirin, ragihand ku hejmara kesên di sala 2024’an de hatine darvkirin, li gorî sala borî ji sedî 33,5 zêde bûye. Li gorî agahiyên saziyên navneteweyî, di sala 2024’an de 883 kes li Îranê hatine darvekirin, di nava wan de 26 jin û 5 zarok hene.

Li Îranê pêkanîna zextên li dijî protesto û bertekên gel didomin. Her wiha hat diyarkirin ku di nava salê de li 207 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û cezayê 54 ji wan ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye erêkirin. Ji sedî 51,87’ê kesên hatine darvekirin ji ber ‘bazirganiya madeyên hişbir’, ji sedî 40,54 jî ji ber sûcên ‘Bi zanebûn kuştin’ hatine darizandin.