‘Hûn dikarin bi bayê porê xwe pêşeroja Sûriyeyê ava bikin’

Endama Koordînasyona Eko-Femînîstên Îtalî Antonella Troncino, ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peyamek piştgiriyê şand. Antonella got: “Ez bawer im hûn bi bayê porê xwe hûn dikarin modela xwerêvebirina jinan di pêşeroja Sûriyeyê de ava bikin.”

HÊLÎN XWEBÛN

Îtalya – Endama Koordînasyona Eko-Femînîstên Îtalî  Antonella Troncino, ji bo jinên berxwedêr peyamek şand. Antonella, di peyama xwe de metirsiya xwe ya ji ber desthilatdariya nû ya li Sûriyeyê anî ziman û piştgiriya xwe ya ji bo modela nû ya ku jin dixwazin ava bikin, aşkera kir. Antonella got: “Ez ji ber guherîna rewşa Sûriyeyê pir bi fikar im. Baweriya min pir kêm bi nermbûna komên cîhadî heye. Belkî bi lihevkirina bi dewletên din re, rejîmê hilweşandin. Ew sîstemeke dîktatorî, zordar, hovane û sûc bû.”

‘Mînakên îxrackirina demokrasiyê ji aliyê dewletên rojavayî ve pêşî li geşedanên baş girtin’

Antonella bal kişand ser rewşa welatên din ên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Mînakên din ên ‘îxrackirina demokrasiyê' ji aliyê dewletên rojavayî ve, nebûn sedema geşedanên demokratîk û yên pêşîn ku encam dan, jin bûn. Tenê Afganistanê û bûyerên din ên li welatên Rojhilata Navîn bifikirin. Ji ber vê yekê Konfederalîzma Demokratîk a Rojava mînaka bingehîn a modeleke alternatîf e ku jin bi tevahî beşdarî jiyana siyasî û civakî ya herêma xwe dibin. Ya girîng ew e ku di pêkhateya pêşeroja Sûriyeyê de ew model were hinardekirin. Berî her tiştî ji bo jinên Rojhilata Navîn bikaribin xwe bi modeleke erênî bidin naskirin, ez pişgiriya xwe ji hêz û wêrekiya jinên Rojava re diyar dikim.”

‘Jin dikarin modela xwerêveberiya jinan di siberoja Sûriyeyê de pêk bînin’

Antonella beşeke kurt ku ji berhema bi navê ‘Serhildana Xezayê’ ya ji aliyê rojnamevana Fîlîstînî ya bi navê Esma Algul û Selîm Nassîb ve hatiye nivîsandin bi bîr xist û wiha got: “Ji ber ku ez di wê baweriyê de me heta li Filistînê jî gelek jin hene ku -mîna we- dixwazin ji bo gelê xwe bibin protagonistên paşeroja dewletek. ‘Serhildana Xezayê’, ji aliyê Esmaa Algul û Selîm Nassîb ve hatiye nivîsandin. Di beşek vê berhemê de wiha tê gotin: ‘Ji min re gotin ku Cihû û Misliman ji ber tirsê ji jinên xwe xwestine serê xwe bigrin, ji ber ku nîşandana por weke provokasyonek zayendî tê dîtin. Ji min re gotin ku di dîroka mirovahiyê de jin bingeha jiyanê ne, dayika gerdûnê ne. Mirov her dem ji hêz û qudreta wan ditirse û ‘tirsa xwe’, wek ‘tirsa wê’ veşartiye. Ji bo ku xwe biparêze, wî ew di nav malê de hişt û rola wê ya civakî kêm kir. Hişt ku ol, wê avahiya serdestiyê ya ku wan îcad nekiriye mayînde bikin. Ji ber vê yekê jin di cihekî jêrîn de cih digre û zarok di şûna navê wê de, navê bavê xwe digrin. Teorî ji min re pir qanî xuya bû. Li Xezayê ji mezûnan zêdetir jinên mezûn hene. Lê tu kes nahêle ku jin karekî bibînin û bazara kar bi piranî di destên mêran de ye.”

Antonella piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser anî ziman û bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: “Li vir ez hêvî dikim û dibêjim ku bi bayê porê xwe hûn dikarin modela xwerêveberiya jinan di siberoja Sûriyeyê de pêk bînin.”