Şande ji Îmraliyê vegeriya
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya ku danê sibehê li Îmraliyê dest pê kiribû bi dawî bû. Şande dê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyekê bide.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku Wezareta Dadê bersiva erênî da serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Alîkarê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Girava Îmraliyê. Civîn bi dawî bû û şande ji Îmraliyê vegeriya.
DEM Partî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Şanda me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û heyeta me vegeriya. Şanda me dê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."