Li Hindistanê birusk lê ket: 24 kes jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Gujarat a Hidistanê ku di bin bandora bahoz û baranê de ye, di encama biruskê de 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ev dû roj e Hindistan di bin bandora barana bi hêz de ye. Bi taybet li eyaleta Gujarat ya li Rojavayê Hindistanê di nava dû rojên dawî de ji ber barana bi hêz 23 kes birindar bûn, hate diyarkirin ku di encama biruskê de 24 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li gora pisporan li hinek herêmên eyaleta Gujarat dibin bandora  firtina û baranê de di nava 24 saetan de 144 milimetre baran barî. Tê îfadekirin gelek malan zirer ditiye. Wezîrê çandiniyê Gujarat, Raghavij Patel di daxuyaniya ku di 27’ê Mijdarê roja dûşemê dayî de wiha got: “Ji bo tesbîtkirina windahiyan emê di demek kurd de dest bi xebatan bikin.” Li gora encamên xebatê wê encama windahiyan were aşkere kirin.

Departmana metorolojiyê Hindistanê (IMD) di daxuyaniya dawî de hate diyarkirin li eyaleta Gujarat wê îro jî baran berdewam bike. Di Tebaxa 2020’an de ji ber barana zêde û lêhiyê di nava dû rojan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di sala berê wê de di meha Tebaxê de ji ber bûyerên bi baranê ve girêdayî li eyaletê 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.