Li Helebê jinek qetil kirin tazî kirin
Li bajarê Helebê cenezayê jinek ku rastî tecawizê hatiye, hat dîtin. Hat dîtin ku bedena jina hatiye qetilkirin jî, hatiye tazîkirin.

Heleb - Li herêmên Sûriyeya di bin kontrola Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) de, bûyerên tundiya li hember jinan, berdewam dikin. Li taxa Hemdaniye ya Helebê cenazeyê jinek hat dîtin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin ev jin pêşî rastî tecawizê hatiye, piştre hatiye qetilkirin. Nehat hînbûn ku ev hovîtî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Bedena jina ku navê wê nehat hînbûn, ji aliyê kesên nasnameya wan nayê zanîn ve hat tazîkirin û teşhîrkirin.