Li Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin

Hat zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kiriye.

Navenda Nûçeyan – Koma paramîlîter a Sûltan Mûrat ku girêdayî dewleta tirk e, li navçeya Bilbilê ya Efrînê destdirêjî li 3 jinan kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); endamên koma paramîlîter ji ewil jin qaneh kirin ku derbasî Tirkiyeyê bikin, piştre pere jê xwestin û herî dawî jî destdirêjî li wan kirin.