Li dijî ferzkirina hîcabê têdikoşin: Yekîtî mifteya serkeftinê ye

Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî bicîhkirina pêşnûmezagona nû helwestên xwe diyarkirin ku wê li dijî ferzkirina hîcabê têkoşînê bikin û diyar dikin ku yekitiya jinan mifteya serkeftinê ye.

PERJÎN HEKÎM

Tehran - Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî ruxmê hemû zext, girtin, îşkence û darvekirinan berdewam dike. Rejîma Îranê ji bo tepisandian serhildanê û bêdengkirina jinan serî li hemû cûrên rêbazan didin û herî dawî Rayedarên Îranê ji bo armancên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên şexsî pêşnûmezagona ‘Girtin û Îfetê’ amade kirin. Bertekên li hemberî wê jî berdewam dikin.

Di rojên borî de nûnerên hikumeta Îranê li parlamentoyê pêşnûmezagona mijara gotinê destpêkê erê kirin û piştre di du dengdanên ku kirin de red kirin. Di pêşnûmezagonê de, jinên ku li gorî zagona hîcabê tevnegerin wê cezayên cidî yên pere bidin û rastî pêkanînan werin. Hikumet rakirina hîcabê weke parçekirina malbatê dinirxînin û divê mijarê de daxwazên jinan ji nedîtî ve bihesibînin. Lê belê ev pêşnûmezagona mijara gotinê rastî bertekên jinan û hat û ji dibêjin kes nikare ser navê me biryar bide ka emê çawa hicabê bixin serê xwe yan ne.

Şoreş guherînê çêkir

Ecîle Cewdet ya 38 salî yek ji wan jina ne ku di destpêka serhildanê de ferzkirina hîcabê ji serê xwe avêt û di kampanyayek taybet de li navenda bajarê Tahranê kar dike û wiha got: “Ev 10 meh e min hîcaba xwe ya bi zorê ji serê xwe avêtiye û hertim li tenişta jinên hîcab û bê hîcab di metro û li cihên giştî de di rûnim û kesê ez hîşyar nekirime. Ez di wê baweriyê deme ku ev pêşnûme zagone neye erê kirin rejim wê nikaribe vê yekê bi jinan bidin qebûl kirin ku bê xwesteka xwe cilên reş û hîcab di rojên germ ên havînê de li xwe bikin. Di beşa civaknasî de ez xwedî dîplomeya masterê me, em hertim di bin zagonên mêrsalî de mane. Piştî qetilkirina Jîna ku bû sedemê destpêkirina serhildanê bi taybet di nêzîkatiyên mêran ên li beramberî jinan de guherînek mezin çêbû.”

‘Rê nadin jin bê hîcab bikevin navendên fermî’

Nîgar Huşmend a 40 salî ye û rêveberiya kampanyek bi nav û denge, di parqekêd e bê hîcab rûnîştiye û wiha got: “Ez di kampanya taybet de kar dikim, li cihê kar divê hîcab li serê mebe, lê belê ji derveyî cihê kar ez hîcabê nakim serê xwe. Li cihê kar yek hat ji ber bê hîcab bû, di derî de rê nedan bikeve hindir, yên wêderê jî neçar bû bi xwe ka jêre çi pêwîste bibin derveyî kampanyê.”

Hana Perwêzî ya 18 salî û xwendekara pola yekem ya dibîstana amadeyi ye, tîşort û pantolek li bere û li gel hevalên xwe ye û wiha dibêje: “Beriya çend rojan ezmûnek me hebû, rê nedan kesek bê hîcab bikeve hindir, em li ber derî man, çend kesên din jî bê hîcab hatin, bi zêdebûnê baweriya me mezin bû.”

Fîrozan Îskenderî şarazaya ayînî ye diyarkir ku bi sîstema ku nû çêkirine wê çawa rûyê kesên ku hîcab li serê xwe nekirin nas bikin û got: “Ev sîstem di demê korona de ji bo nasandin û binpêkirina rênmayan li beramberî hemwelatiyan dihat bikaranin û destpêkê wêne di datapeys de dianîn berhev û piştre jêre dinivîsîn ku zagona hicabê binpê kiriye. Ev rê gelek xelete û nabe aliyên civakî û derûnî paşguh bikin. Ji ber dibe sedemê bê bawerbûna mirovan.”