Li Colemergê nezî 30 kes hatin binçavkirin

Hate hînbûn ku serê sibehê li Colemerg û navçeyên wê di sergirtina malan de nezî 30 kesên ku di nav de rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê jî heye hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gelek bajarên cuda operasyonên li dijî rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdevam dike.

Hate hînbûn ku li Colemêrgê Gever û navçeya navendî ya Colemêrgê di serdegirtina malan de xebatkarên Partiya Çepên Kesk û rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê û navçeyên wê jî di nav de nêzî 30 kes hatin binçavkirin. 

Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Emniyetê ya navçe û parêzgehê. Ji nêzî 30 kesên ku hatin binçavkirin yên navê wan hatin eşkerekirin ev in: Bunyamin Seven, Omer Çitak, Rojbîn Şahînoglu, Yusuf Şahînoglu, Ferhat Toregûn, Remziye Ûrgûn, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kamerî, rêveberê Partiya Çepên Kesk Musa Yigit û rêveberê HDP’ê Naif Beyter.