Li Arjantînê bi hezaran kes daketin kolanan

Li Arjantînê bi hezaran kes li dijî tedbîrên teserûfê yên ku rastgira tund Javier Milei gav bi gav li dijî qeyrana aborî xist meriyetê, daketin kolanan. Di çalakiya xwepêşandanê de banga hate kirin ku ji bo feqîran zêdetir alîkariya hikûmetê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan - Li Arjantînê ya welatê Amerîkaya Başûr, li dijî bernameya aborî ya rastgirê tundr Javier Milei ku di hilbijartinan de bi ser ket û wekî "terapiya şok" bi nav kir ku tedbîrên teserûfê yên mezin, qutkirina alîkariyên dewletê û arizîkirinê pêşbinî dike, xwepêşandana yekemîn a mezin hat lidarxistin.

Li paytext Buenos Airesê, bi hezaran kes bi pêşengiya komên ku bêkaran temsîl dikin, ni banga ji xîzanan re zêdetir alîkariya dewletê herîkin kolanan. Bi hezaran kes ji bo li Meydana Gulanê (Plaza de Mayo) ku li xala kombûna sembolîk a li ber Qesra Serokatiyê li hev bicivin, dest bi meşê kirin. Polîsan bi hinceta ku li trafîkê asteng dikin, mudaxeleyî girseyê kir ku li ser peyarê bimeşin.

Gefa qutkirina alîkariya dewletê li beşdarên çalakiyê hat xwarin

Li gorî nûçeya Artî Gerçek’ê; di daxuyanîya ku ji aliyê hikumeta Milî ve hat dayîn de ev gef hate xwarin "Yên ku kolanan digrin dê mafê xwe yê alîkarîya dewletê winda bikin." Li stasyonên trênê yên li Buenos Airesê anonsa rayedarekî ya “Yên ku rê bigrin dê heqê wan neyê dayîn” hat bihîstin. Serokê rêxistina çepgir Polo Obrero Eduardo Bellîbonî ku ji bo çalakiyê  banga yekemîn kir, wiha got: "Ev xwepêşandaneke aştiyane ye. Em tu pevçûn naxwazin."

Javîer Mileî zêdetirî 300 tedbîr ragihand!

Li Arjantîna ku enflasyon ji sedî 150 zêde bû, rezervên Banka Navendî gav bi gav kêm bûn û xizanî gihîşt ji sedî 40 Javier Mileî, bi têkbirina Wezîrê Maliyeyê yê hikûmeta berê Sergio Massa bû serok hat hilbijartin. Javîer Mileî, di hefteya duyemîn a serokatiya xwe de dest bi pêkanîna polîtîkayên aboriyê yên ku jê re digotin "terapiya şok" kir û ewil pesoya Arjantînê li hember dolar ji sedî 54’ê devalue kir û ragihand ku dê hin lêçûn bên qutkirin.

Javîer Mileî, di axaftina xwe de ku şeva borî li ser kanalek televîzyonê hate weşandin, di nav wan de gavên wekî taybetkirina pargîdaniyên dewletê, sivikkirina rêzikên li ser maden û sektorên din û betalkirina yasaya rêziknameya kirê nêzî 300 "tedbîrên" nû ragihand. Javîer Mileî, her weha sînordarkirina îhracatê ya ku bi hinceta kontrolkirina bihayên li hundurê welêt hatî danîn jî betal kir.

Wezîrê Aboriyê Luis Caputo jî, di daxuyaniya xwe de ragihand ku lêçûnên giştî ku benzîna sotemenî û yarmetiyên veguhestinê jî di nav de dê bên kêmkirin û gelek kontratên hikûmetê dê bên rawestandin.

Hikûmeta Peronîst a li Arjantînê, ji sala 2019’an û vir ve li dijî kûrbûna qeyrana aborî, bi mudaxeleya bazara serbesr re rêjeya danûstendina dolar bi awayekî sûnî hîn zêdetir kêmtir digirt.