Li Antalyayê êrîşa nîjadperest: Zarokekî Sûriyeyî hat qetilkirin

Penaberê Sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî ku li Antalyayê kar dikir hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan-Êrişên nîjadperest ên li dijî penaberên Sûriyeyî ku li Kayseriyê dest pê kiribûn, didomin. Hat zanîn ku zarokekî Sûriyeyî li navçeya Serîk a Antalyayê hate qetilkirin. Zarokê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ê Sûriyeyî, ji hêla 3 kesên li motosîkletê siwar hat kêrkirin û qetilkirin. 

Li gorî nûçeya Graffitihaberê; bûyer rojek berê li Taxa Kokezê qewimî. Têkildarî qetilkirina Naîf, kesên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatin binçavkirin.