Li Îranê sîstema tendûristiyê dikuje

Li Îranê pirsgirêkên di sîstema tendûristiyê de dibe sedemê mirin û seqetbûna nexweşan. Herî dawî jina bi navê Maryam Miri ji ber bi sezaryanê zarok anî dinê, di encama tedawiya xelet de jiyana xwe ji dest da.

LARA GEWHERÎ

Serdeşt – Maryam Miri ya 35 salî û xwedî sê zarokan ya li gundê Bitosh ya bajarê Serdeşta Îranê, dema ku zaroka xwe ya çarem bi rêya sezaryanê anî dinê jiyana xwe ji dest da. Malbata Maryam Miri idea kirin ku keça wan ya roja pêncşemê li nexweşxaneya Serdeşte di bin çavderiya jinekolog K.A hat sezaryankirin ji ber îhmalê jiyana xwe ji dest daye.

Malbatê gilî kir

Yek ji xizmên Maryam Miri ku nexwest navê xwe aşkere bike got: “Piştî mirina Maryam, cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandin Urmiye û piştre jî li Urmiye hat desfinkirin. Cenazeyê wê kesê nedît. Malbatê der barê bijîjk û nexweşxaneyê de gilî kir. Bersîva tiba edlî hîna aşkere nebûye û wê sedemê mirina wê di nava 2 mehan de aşkere bibe.”

‘Gurçikê birîn, rehm qûl kirin’

Cîranê Maryam Miri wiha got: “Em bi mirina wê gelek xemgîn bûn, ji ber barîna berfê nekarî biçe Urmiye, lê belê malbatê destur da ku li Serdeştê emeliyat bibe, ji ber bijîjk bi xwe got wê bikare vê emeliyatê bike. Di dema emelyatê de gurçikên wên hat birîn û rehma wê qûl kirin. Kurê wê jiya dike lê belê bi xwe jiyana xwe ji dest da. Kurê wê bê dayîk welidî. Maryam Miri bû qurbaniyê sîstema tiba Îranê.”

‘Gelek kes di bin qurbanê sîstemê’

Yek ji xebatkarên nexweşxaneyê ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Di dosyayan de gelek xetayên tibî hene û her sal gelek kes ji ber teşhîsên xelet tên emeliyatkirin. Rêyên vî bajarî gelek xirab e, hikumetê ev bi salan e soza nexweşxaneyek baş dane, lê belê hîna ev soz bi cih neanîne. Nexweşxaneya li Serdetê bi kîlometreyan dûr e û her roj hîn zêdetir mirov dibin qûrbanê vê sîstemê.”