Berdevka Înisiyatîfa Nûn: Komplo li dijî hemu gelên Rojhilata Navîn e
Berdevka Înisiyatîfa Nûn Sawsan Şoman bal kişand ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan riya azadiyê ye û got ku divê demildest tecrîda li ser wî were bidawîkirin.
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd – Berdevka însiyatîfa Nûn, Sawsan Şoman teqez kir ku ew bi riya însiyatîfa Nûn hewl didin ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lubnanê belav bikin û jinan bi mafên wan ên zagonî û civakî hişyar bikin. Bi nêzîkbûna salvegera 24’an a girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdevka însiyatîfa Nûn, Sawsan Şoman ji ajansa me re axivî. Sawsan Şoman bal kişand ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan riya azadiyê ne û got ku divê demildest tecrîda li ser wî were bidawîkirin.
‘Ji bo ku Rojhilata Navîn veguherînin navenda şer rêber Ocalan girtin’
Sawsan Şoman anî ziman ku Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê bi hevkariya dewleta Tirk û hêzên hegemon ên cîhanê pêk hatiye û got ku bandora komployê li ser Kurdan û hemû herêma Rojhilata Navîn bi giştî neyînî bû. Sawsan Şoman axaftina xwe wiha domand: “Felsefeya Rêber Ocalan felsefe û ramanek li ser demokrasiyê û hevpariya kesên din e. Dewletên mezin xwestin fikra daxwaza azadî û wekheviya kesên din, nasname û nijadên wan û hevjiyana azad aştiyane di navbera hemû gelan de pêk tê tune bikin. Armanc bi girtina rêber Ocalan ew bû ku Rojhilata Navîn veguhere navenda şer. Ev jî di roja me ya îro de diyar e. Fikrên rêber Ocalan fikrêm civakî ne û li ser bingeha demokrasiyê gelek prensîb danîn, erêniyên sîstema sosyalîst hilbijartin û ji neyîniyan dûr ketin. Sîstemek taybet li ser bingeha wekheviyê ava kir, wekheviya di navbera herdu zayendan, mirov û gelan de. Ev fikir û raman di parêzname û berhemên bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de kom kirin û piştî girtina wî derketin.”
‘Armanc belavkirina fikrên Rêber Ocalan e’
Sawsan Şoman li ser mijarê wiha dibêje: “Ev fikir ji bo jinan zemîneke xurt bû, hêzên mezin bi girtina rêber Ocalan xwestin belavbûna fikrên wî rawestînin lê dijberî wê bi riya dostên wî û hezkeriyên wî bêhtir belav bûn. Piştî girtina Rêber Ocalan, însiyatîfên ku fikir û felsefeya wî belav dikin bi taybetî jinan armanc digre çalaktir bûn. Em weke Înîsiyatîfa Nûn a femînîst, hewl didin rûniştinên rewşenbîrî yan jî bi semînerên mehane hişyariyê çêbikin û fikrên Ocalan û prensîbên vê felsefeyê şîrove bikin.”
‘Fikrên Rêberê Gelê Kurd li seranserê cîhanê belav bû’
Der barê bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser jinan jî Sewsan Şoman got: “Em dibînin ku fikrên rêber Ocalan bandorê li ser tevgerên femînîst û tevgerên rizgariyê kiriye. Bo mînak di şoreşa Îranê de piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî, serhildan û xwepêşandan bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li dar ket. Piştevaniyek navdewletî bi vê mijarê re hebû hişt ku hemû femînîst bixwazin vê fikrê nas bikin ka çi li pişt ewqas rijdbûn vîna bi hêz a rizgariyê heye. Gelek jinan hewl dan vê fikrê nas bikin her ku naskirina wan zêde bû hestên şoreşê di dilê wan de jî bilind bû.”
‘Jinên li bakur rojhilatê Sûriyeyê xwedî hêzeke cewherî ne’
Sewsan Şoman diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi hêz in û hevkarên biryara siyasî û civakî ne. Mirov bi rehetî dikare bibîne ku xwedî hêzeke cewherî ne ku ev yek bingeha xwe ji dîrokê digre. Sewşam Şoman wiha got: “Bi fikrên rêber Ocalan bi bandor bûne. Em jî bi riya însiyatîfa Nûn hewl didin fikrên ku hêzê didin jinan li Lubnanê belav bikin, ji bo jin di warê mafên xwe yên zagonî û civakî de hişyar bibin.”
Li ser bandora girtina rêber Abdullah Ocalan li ser rewşa jinan jî Sewsan Şoman got: “Desthilatdariyê xwest fikrên wî asteng bike lê em dibînin ev fikir bêhtir belav dibe, weke pirek ji ronahiyê hemû gelan bi hev ve girê dide. Girêdana tevgerên jinan di cîhanê de bi hev re xurtir dike. Ew girêdana hevbeş di navbera tevgerên femînîst de li seranserê cîhanê ji bo pêkanîna armanca hevbeş e.”