Ji Swîsreyê hat alîkariyê: Rewş ji ya tê gotin xerabtir e
Hemşîreya zarokan Xece Konu ku ji Swîsreyê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hat Bazarcix û xebatên tenduristiyê dimeşîne, wiha got: "Rewşa Bazarcix bêyî dîtinê nayê vegotin. Pêdivî hê bi hêza gelek mirovan heye.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş – Li ser du erdhejên mezin ku bi milyonan mirov bandor bûn û zêdetirî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan hefteyek derbas bû. Piştî erdheja ku li 10 bajaran bû sedema hilweşandinek cidî û windakirina canî, welatî hewl didin xwe li jiyanê bigrin. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku saziyên dewletê piştî roja 3’emîn a erdhejê dabûn destpêkirin, li Bazarcix, Afşîn, Andîrîn, Ekînozû, Çaglaancerit, Kilîs û Rihayê bi dawî bûn û dê sibê li Elbîstanê jî bi dawî bibe. Mexdûrên erdhejê yên xizmên wan dibin xirabeyan de mane jî, ji roja ewil heta îro li ser xirabeyan in û bi kesên piştevan re bi derfetên sînordar kesên di bin xirabeyan de mane digerin.
Ekîbên dilxwazên ên ku tên herêmên erdhejê yên ku gel di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de jî zehmetiyan dikişîne, xizmetên xwe didomînin.
Mexdûrên erdhejê yên ku diyar dikin bi alîkariya gel li ser piyan dibînin, li bajar û navçeyan li navendên koordînasyona krîzê ya HDP’ê û rêxistinên sivîl avakirinê de dimînin, ekîbên dilxwaz ku di nava wan de kesên ji derveyî welat hatine jî heye, hewl didin pêdiviyên gel bi cih bînin. Li herêma ku li aliyekî şîn û li aliyê din jî piştevanî diqewîme, birînên gel bi hev re tên pêçandin.
'Ji Swîsreyê hat li gundên Mereşê alîkariya gel dike’
Hemşîreya zarokan Xece Konu ya ku piştî erdhejê ji Swîsreyê hat Bazarcix, bi rojan e gund bi gund digere û hewl dide pêdiviyên gel bi cih bîne. Xece Konu ya dibêje li Avrupayê li Komeleya Jinan a Xezal xeat dimeşîne, diyar kir ku wek dilxwaz bi hevalên xwe re hatiye navçeyê. Xece Konu diyar kir ku ji bo di karesata mezin de li kêleka gel bin û di rexekî xebatan de bigrin hatine vir û wiha axivî: “Ez ne tenê ji bo vê derê, ji bo bajarên din jî li vir im. Min êşa erdhejê di erdheja Wanê de dît. Ji ber vê yekê ji bo min mijarek gelek hesas e. Ji ber ku ez xebatkarê tenduristiyê me, difikirîm ji bo mirovên li vir tevkariyek min hebe. Duh jî me li vir gundan geriya û rewşa dawî ya mirovan pirs kir. Li vir rewşa ji ya ku tê gotin pir zêdetir xirabtir e.”
'Kareseta heyî bêyî dîtin nayê fêmkirin’
Xece Konu anî ziman ku mirovên ku hem li navend û hem jî li gundan dijîn bi rojan e di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijîn û balkişand ku li gundan gel bi xwe xirabeyên xwe radikin û tu alîkarî nastînin. Xece Konu ev agahiyan parve kir: “Vegotina rewşa li vir diqewime pir zehmet e. Bi rojan e em li vir in, min tenê têkoşîna li ser piran mayîna mirovên li vir dît. Dîsa pêdiviyên mirovan ya ji sarmayê parastin û stargeh heye. Rewş tê jiyîn ewqas giran e ku bêyî dîtin nayê îfade kirin. Em dibînin ku li hinek cihan bajarekî bi temamî hilweşiyaye. Divê mirovên li vir piştî vê erdhejê, dest pê jiyanekî ji sifirê bikin.”
'Divê dilxwaz werin herêmê'
Xece Konu da zanîn ku divê piştgiriya heyî bi awayekî pergalî berdewam bike û bang li gel kir ku wek dilxwaz werin herêmê. Xece Konu di vê mijarê de wiha axivî: “Dema ez li gundan geriyam, min ferq kir ku pêwîstiyek mezin bi hêza mirovî û welatiyên dilxwaz heye. Ji bo vê jî divê welatiyên li vî welat û li dervayê welat dijîn werin herêma erdhejê û bixebitin. Mirovên ku di aliyêkî de zanîstê wan hebin, dikarin werin herêmê û hem alîkariya gundan û hem jî ji mirovên li bajêr bikin.”
'Divê mirov ji çanda wan qut nekin’
Xece Konu herî dawî wiha axivî: “Divê piştevanî bidome. Ev jî divê mirov li cihê ku dibînin, bêyî qutkirina ji çanda wan were kirin. Em dikarin projeyên malbata, xwişk û bira an jî konteynerê derbasê jiyanê bikin. Em dikarin bi domdarî di têkiliyê de bimînin, çalakiyên civakî bikin û li gel mirovan bin. Miroven ku derfetên wan yên aborî heye an jî nîne, neçar dimînin koç bikin. Bi difikirim ku ji bo koç nekirina wan û bêmirovî nehiştina herêmê xebat bên meşandin.”