Dewreya perwerdeya Şehîd Binevş Egal bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya TAJÊ ya ji bo bihêzbûna di warê bîrdozî de bi dawî bû. Jinên Şengalê di her şert û mercan de xwe perwerde dikin û didin diyarkirin ku yekane riya bidawîbûna ferman, komplo û êrîşan perwerde ye.

Şengal-Di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) de li Akademiya Şehîd Binevş Egal  perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dewre bi dewre ji bo jinên Êzidî tên dayîn. TAJÊ bi vê aliyê xebata xwe ji bo tevahî jinan bu stargehek û her wiha di nava civakê de bû sedema guhertin û vegunertinên mezin. Yek ji dewreyên ku 11 roj in hatiye vekirin dewreya Şehîd Kînda ye. Di dewereyê de 12 dayik û keçên ciwan cihê xwe girtine. Di roja dawî ya girtina dewreyê de der barê perwerdeyê de em bi wan re axivîn.

Jinên li Akademiya Şehîd Binevş Egal perwerde dibînin dibêjin ku di her şert û mercî de em perwerde dibînin, ji ber em dizanin tenê bi perwerdeyê mirov dikare kesayeta xwe azad bike her wiha dikare civakê biguherîne û dawiya fermanan bîne.

‘Komplo bi ser neket’

Endama perwerdeyê Hediya Birahîm di despêka gotinên xwe de komploya navdewletî ya li ser Rêber Abdullah Ocelan şermezar kir û armanca komployê bi çend hevokan wiha pênase kir: “Destê tevahî dewletan di komployê de heye. Ji fikrên Rêber Apo û mezinahiya wî tirsiyan ji bo wê ev komplo pêk anîn. Wan dixwest gel û Rêber Apo ji hev qut bibe û fikra Rêber Apo belav nebe lê ev yek wiha nebû berevajî Rêber Apo bi ked û tekoşîna xwe dengê xwe li tevahî cîhanê belav kir.”

‘Em digihîjin rastiyê’

Hediye Birahîm di berdewamiya gotinên xwe de bi van hevokan qala girîngiya rêxistin û perwerdeyê kir: “Piştî fermanê me Rêber Apo nas kir lê niha tevahî Êzidî Rêber Apo weke serokê xwe dibînin. Weke jin em dizanin ku Rêber Apo girîngiyeke pir mezin dide perwerdeyê ji bo wê jî em jinên Êzidî di her şert û mercê de xwe perwerde dikin. Em ê bi perwerdeyê dawiya koletiyê bînin em ê bi perwerdeyê xwe û civaka xwe azad bikin. Em bang dikin li tevahî jinan ku beşdarî perwerdeyê bibin, di jiyana xwe û civaka xwe de cewher û heqîqeta zanist, siyaset, manewiyat û baweriyê zêde bikin.”

‘Armanca komplo û fermanê yek bu têkoşîn jî wê yek be’

Nurê Şengalî û Tewrê Hisên jî bi heman awayî nêrînên xwe parve kirin û wiha gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo komploya li ser wî li ser me tevan e. Fermana li ser me jî li ser me tevan bû,

di encamê de armanca dijmin jî ew bû ku çand û exlaqê baweriya me ya resen tune bike. Êrîşên li ser Serok Apo û yên li dijî me yek in. Lê divê em jî weke Rêber Apo xwe perwerde bikin û têbikoşin, ji ber wî komplo bi sekna xwe vala derxist divê em jî Rêber Apo rizgar bikin û dawiya fermanan bînin. Tenê bi perwerdeyê em dikarin vê yekê bikin. Em bang dikin ku tevahî jinên Êzidî berê xwe bidin dewreyên perwerdeyan da em civaka xwe bihêz bikin.”