Li Îranê 3 girtiyên siyasî hatin berdan
Li Îranê ji girtiyên siyasî Maryam Mohammadî, Esrîn Derkale û Forough Taghipur ji girtîgehên dihatin girtin, hatin berdan.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê girtiyên siyasî Maryam Mohammadî, Esrîn Derkale û Forough Taghipur jî hatin berdan. Aktîvîsta Mafên Jinan Maryam Mohammadî ya 52 salî, di 17’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Germsar a parêzgeha Sêmnanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û sewqî navenda binçavkirinê ya wek qawîşa 209 ya girtîgeha Evînê ya girêdayî teşkîlata îstixbaratê hat kirin. Maryam Mohammadî, bi awayekî demkî heta dawiya darizandinê bi kefaletê hat berdan.
Ji bilî Maryam Mohammadî, aktîvîsta mafên jinan Esrîn Derkala jî ji Girtîgeha Evînê ku dihat ragirtin, hat berdan. Esrîn Darkalah a 39 salî di 6’ê Tebaxa 2018’an de li navçeya Germsar a parêzgeha Semnanê hatibû binçavkirin û girtin. Esrîn Darkalah bi awayekî demkî heta dawiya darizandinê bi kefalet hat berdan.
Yek ji girtiyên siyasî Forough Taghipur ya 28 salî jî, ji Girtîgeha Karçak a Varamînê ya dihat ragirtin, hat berdan.