Li Îranê hejmarek zêde girtiyên siyasî yên jin hatin berdan
Hejmarek zêde jinên ku di serhildanên ku ev 5 meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de hatibûn binçavkirin û girtin, hatin berdan.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn dikeve meha 6’emîn. Gel tevî hemû zext, girtin û êrîşên hêzên rejîma Îranê jî, dev ji daxwazên xwe yên azadiyê bernadin û xwepêşandanên xwe didomînin. Jinên ku di serhildanan de hatine binçavkirin û girtin jî tên berdan.
Navê kesên hatin berdan wiha ye: “Mîra Rahmanî Nawazandeh, Farîba Afshar, xwendekar Zahra Kashkî, nûçegihana rojnameya Hammîhan Elnaz Mihemedî, xwendekara hunera grafîkê ya Zanîngeha El-Zahrayê Nîloufer Mîrzayî.”