Li 3 dibistanên din ên Îranê xwendekar bi jehrê ketin

Li Îranê êrîşên bi gazên jehrî li dijî dibistnana berdewam dikin. Li dijî van bûyerên bertekên bi hêrs ên çalakvanên sivîl ji ber berdewamiya jehrîkirina xwendekarên jin û êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanên keçan jî berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên jehrîkirina xwendekarên dibistanên jinan berdewam dikin. Çalakvanên mafên mirovan û parêzeran daxwaz ji rayedarên hikumeta Îranê kirin ku berpirsyariya xwe li hemberî van êrîşan bi cih bînin.

Rê li malbatên ku xwestin zarokên xwe ji bidistanê derxin hat girtin

Li gorî nûçeyên hatine weşandin di êrîşên bi gaza jehrî li ser dibistanên keçan li Îranê û rojhilatê Kurdistanê de duh roja 6’ê Gulanê, herî kêm 3 dibistanên keçan rastî van êrîşan hatine û bandor li ser tendirustiya xwendekaran çêbûye. Raporan piştrast kir ku êrîşa bi jehrî bandorê li dibistana ‘Ma'es’ a keçan û dibistana ‘Ummul Mumînîn’ a li Merîwanê kir. Dibistana bajarê Hemedanê jî rastî êrîşa bi gaza jehrî hat û çend xwendekar bi jehrê ketin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku malbatên xwendekaran dixwestin keçên xwe ji dibistanê derbixin lê piştî ku li ber dibistanê kom bûn, hêzên ewlehiyê rê li wan girtin.

Ji ber êrîşan gelek kesan zirarê dît

Li gorî raporên mafên mirovan, 8 dibistanên keçan li bajarên Sine, Benah, Seqiz, Yezd, Tehran û Kirmaşanê rastî êrîşên gaza bi jehrî hatine. Ji ber berdewamiya êrîşa gaza bi jehrî ya li ser dibistanên Îranê, hejmarek parêzerên Kirmaşanê, li Rojhilatê Kurdistanê, hişyarî li ser ziyanên cidî yên ji ber bûyerên jehrîkirinê, dan û teqez kirin ku, hikûmet neçar e ziyanên madî û manewî yên ku ji ber van bûyeran pêk hatine telafî bike. Berdewamiya bûyerên jehrîkirinê li dibistanên welat bû sedema ziyanên giran li ser xwendekarên jin, zarok, mamoste û beşên din ên civakê.

Encûmena Hemahengiya Sendîkayên Mamostayan li Îranê, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê roja  9’ê Gulanê, bi armanca şermezarkirina van bûyeran û ji bo bicihanîna daxwazên mamosteyan û başkirina rewşa wan, çalakiyek li dar bixin.