Kongreya ji bo encamên êrîşên li ser jinên li Xezayê hat lidarxistin

Li Xezayê ji ber êrîşên ku li dijî jinan tên kirin Navenda Karûbarên Jinan, Kongreya bi navê Encamên êrîşkariya Gulana 2021’ê li ser jinên Xezayê li dar xist. Di kongreyê de gelek jin amade bûn û li ser êrîşên li dijî jinan û ew êşên ku jin dikşînin nîqaş hatin kirin.

RAFÎF ÎSLÎM
Xeza- Navenda Karûbarên Jinan der barê encamên êrîşên li ser jinan de Kongreya bi navê Encamên êrîşkariya Gulana 2021’ê li ser jinên Xezayê li dar xist, tê de li ser êşên jinan, jinên astengdar û yên ji şîdeta zayendî rizgar bûne nîqaş hatin kirin. Koordînatora parêzvaniya dîjîtal a Navenda Karûbarên Jinan, Wissam Judeh, di konferansa Encamên destdirêjiya Gulana 2021’ê de li ser jinên Xezayê ku di 5’ê Cotmehê de hat lidarxistin de got: “Rayedarên dagirkeriya Israîlê bi zanebûn li erdên Filistînê, ji derveyî Xezayê, mirovan dikuje. Ev yek jî bi riya hedefgirtina rasterast û sîstematîk a sivîlan ku di her êrîşek li dijî Xezayê dide meşandin de dike. Ev kiryar, temenê zarok û jinan didin ji ber zerara li mafên bingehîn ên ku wan dihêle di nav civakên xwe de jiyana bi rûmet bijîn bi zagon û rêzikên navneteweyî ketine bin temînatê. Li gorî rapora Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî OCHA’yê 256 jin bûne qurbaniyên êrîşê û 1940 ji wan jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in. Rêjeya jinan gihîştiye bi sedan 15, ji wan 23 keçên di bin 18 saliyê de ne û 4 jinên ducanî ne. Êrîşên Israîlê li ser Xezayê bi dawî bûn lê şerê jinan neqediyaye û jin piştî her êrîşê hê jî barê herî giran hildigirin ser milên xwe.”
“Êşa ku jin dikşînin zêde dibe”
Donia Al-Amal Îsmail diyar kir ku êrîşkariya 2021’ê ji ber tundiya êrîşan, hejmara mexdûran, binpêkirinên siyasî û rewşa windakirina malbatên Filistînê bi rengek sîstematîkî û bêkêmasî cuda ye. Tevahiya van bûyeran li ser jina ku bi penaberî û belavbûnê re rû bi rû mane bandor kir û bi vî awayî têgîna ewlehiyê winda kir û da zanîn ku çîrokên jinan ji hejmaran bêtir nîşan didin ji ber ku her hejmar çîrokek wan a bi êş heye û wiha domand: “Beşek giştî ya jinan rastî karesatên jîngehî û siyasî û rûxandina binesazî û tenduristiyê hatine. Li gel hilgirtina barê birêvebirina karûbarên mal û zarokên wê û peydakirina cihên bi ewle ji ber ku koçkirin pêvajoyek ku şer bi dawî nake lê belê heya demên dirêj dimîne bandorê heta piştî koçberbûnê li jin û keç û malbatên wan dike. Ew êşa ku jin dikşînin zêde dibe ger kesên seqet, nexweş an pîr hebin. Koçberî bû sedema guhestina rolan di navbera mêr û jinan de, ji ber vê yekê malbatê têgîna ku mêr parêzerê malbatê ye winda kir. Ji ber ku her kes bûye hedef û wezîfeya jinan ku rewşa psîkolojîk a malbatê derman bikin da ku êşê sivik bikin. Di heman demê de karûbarên ku divê sazî jî pêşkêşî wan bikin jin bi xwe pêşkêş dikin. Ezmûnên jinan di dema amadekirina planên awarte yên ji bo penaberiyê û koçberkirinê di dema êrîşa hikûmeta Filistînê de nayên guhdarîkirin û navendên hewandinê di peydakirina xizmetên parastin, xwarin û tenduristiyê de dereng dimînin. Zêdebariya wê yekê, wan korîdorên bi ewle peyda nekirine ku jin ji cihên xwe koçberî navendên hewandinê yên bi ewle bibin.” 
“Li Xezayê tenê du navendên parastina jinan hene” 
Tahanî Qasim dibêje: “Li Xezayê tenê du navendên parastina jinên ku rastî şîdetê tên hene, ew jî navenda Hayat û Mala Ewlekariyê ne. Her du navendan di dema êrîşkariya Gulana borî de ewlehiya xwe winda kirine. Ji ber vê wan xizmetên xwe rawestandin. Navenda Heyat piştî destdirêjiyê, 15 jin û  zarokên wan pêşwazî kir, di nav wan de bûyera tundûtûjiya domdar ku dibû sedema kuştina wan hebû. Navendê di dema destdirêjiyê de ji bo jinên ku bi riya telefonê daxwaza gihîştina wan navendan dikin, ji Wezareta Navxweyî telefon werdigirtin. Rewş di dema êrîşkariyê de bi hewceyî hebûna hewldanên bi saziyên civakî, hukmî û navneteweyî re ye da ku ji jinan re navendên hewandinê peyda bikin.” 
“Gelek jin ji ber tundiyê seqet mane” 
Haneen Al-Sammak diyar dike ku herî zêde hewcedariya jinan bi wergirtina xizmetan ji pêşkêşkerên wan re heye û got: “Ew jinên ku ji ber êrîşê bi awayê daîmî yan jî demborî asteng mane, li gorî perspektîfa navneteweyî ya mafên mirovan di civakê de yên herî xeternak in. Li gorî rapora Komîseriya Bilind a dawîn, 128 hezar kesên astengdar Filistînî ne û hejmara jinan tê de 22 hezar jinên ji 18 salî mezintir in. Di heman demê de hejmara jinên ku lingên wan hatine jêkirin 9 e û tê çaverêkirin ku ev rêje bigihîje ji sedî 10.”
Encamên zagonî yên jinan piştî destdirêjiya 2021’ê hê jî berdewam dike, nemaze ji bo jinên ji hevjînên xwe veqetiyane, ji derveyî pirsgirêkên wan ên bi malbatê re pirsgirêkên wan bi hevjînên wan re hene.