Komeleya Jinan a STAR rêveberiya xwe ya nû diyar kir

Komeleya Jinan a STAR 3’emîn Kongreya xwe ya awarte li dar xist, rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de peyama mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Jinan a STAR, bi dirûşma “Jin bi hev re xurt in” 3’emîn Kongreya xwe ya awartê li dar xist. Di kongreyê de Meryema Aslan wiha got: "Xwedîderketina li jiyanê ya di rabirdûyê de, parastina wê di her mijarê de girîng e. Ev yek ji têkoşîna girîng a jinan e."

Meryema, da zanîn ku komeleya wan ji bo cihêkariya li hemberî jinan rabe dixebite û got ku ji bo jin li hemû warên jiyanê bi hêz bibin ew ê xebatên xwe bidomînin.

Di xebatan de zimanê Kurdî esas bigrin

Meryama, diyar kir ku ew ê di xebatan de zimanê Kurdî esas bigrin û got ku dê weke Komeleya Jinan a STAR ji bo jinan mekanîzmayên çareseriyê bi pêş bixin.

Meryema Aslan, bi lêv kir ku divê jin di navenda rêveberiyên herêmî de cihê xwe bigrin û got ku ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe û xizmeta ji bo jinan rêveberiyên herêmî, şaredarî girîng in.

Meryema, da zanîn ku bi polîtîkayên qeyûman 8 sal in êriş pêk tên û got ku ew ê tora xebatên xwe berfireh bikin.

Zeynep Demîr bû seroka komeleyê

Parêzer Zeynep Demîr bû seroka Komeleya Jinan a STAR. Navê endamên Lijneya Rêveberiyê jî wiha ne; Sevgî Ozdînç, Leyla Abukan, Serap Guvenç, Ruken Ay. Meryema Aslan, Zeynep Tagtekîn, Sevda Îmret, Pervîn Ozgur, Aynur Abukan weke endamên yedek hatin hilbijartin.

Kongre, bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.