ÎHD: Makbule Ozer berdin

ÎHD’ê di çalakiya xwe ya 631’an a ‘Rûniştina F’ de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û ji bo rewşa girtiya nexweş Makbule Ozer a 83 salî hatin ba hev.

Navenda Nûçeyan – Komîsyon Nexweşxaneya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya xwe ya ‘rûniştina F’ ku her hefte lê dar dixin, di hefteya 631’ê de bal kişand ser rewşa Makbule Ozer.

Di daxuyaniya ku hejmarek zêde parêzvanên mafên mirovan beşdar bûye, wêneyên girtiyên siyasî hatin bilindkirin, pankarta ‘Bila girtiya nexweş Makbule Ozer were berdan’ hat vekirin.

‘Girtî terkî mirinê tên kirin’

Endama komîsyona nexweşxaneyê Hatîce Onaran di daxuyaniyê de diyar kir ku li girtîgehan pêkanîna tecrîdê û binpêkirina mafan zêde dibe. Da zanîn ku ji bo hemû girtiyan xwegihandina mafê dermankirin û tendirustiyê pirsgirêkek cidî ye û wiha hat gotin: “Derfetên zagonî yên girtiyên nexweş ku ji bo tedawiyê werin berdan, bi îstîsna û gelek caran ji ber sedemên polîtîk ji derveyî kesên di girtîgehê de dimînin pêk tînin û girtîgehên Tîpa R ku ji bo girtiyên nexweş bi armanca rehabîlîtasyonê hatin avakirin pêşniyar dikin. Lê belê ji bo bi dehan serlêdanên li komeleya me, tê gotin ku girtîgehên Tîpa R ne cihên girtî lê werin tedawîkirin in, berovajî girtî li van girtîgehan terkî mirinê tên kirin.”

 ‘Divê mafê tendirustî û jiyanê were parastin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kapasîteya girtîgehên Tîpa R ya Xarpêt, Îzmîr/Menemen, Stenbol û Metrîsê gelek sînordar e û di van girtîgehan de girtiyên nexweş terkî qedera xwe hatine kirin û got: “Ji ber vê sedemê divê girtiyên nexweş, extiyar, astengdar û yên xwedî lênêrînê werin berdan û mafê wan ê tendirustî û jiyanê were parastin.” Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rewşa girtiya nexweş Makbule Ozer a 83 salî û wiha hat gotin: “Em rewşa girtiya nexweş Makbule Ozer a 83 salî li girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Wanê (YGC) dimîne, parve dikin. Makbule Ozer a 83 salî rapora wê ya astengdariya fizîkî û ji sedî 52 çavên wê nabînin, nexweşiyên wê yên diyabet, astim, helandina hestiyan û tansiyona bilind heye, ji berê ve astengdara rêveçûnê ye. Ji ber van nexweşiyan û temenê wê yê mezin, pêwîstî bi lênêrîna taybet heye û pêwîstiyên xwe yên şexsî encax bi alîkariya mirovên xwe dikare pêk bîne.”

Herî dawî wiha hat gotin: “Tevî daxwaza Makbule Ozer a beriya girtinê înfaza wê weke ‘girtîgeha malê’ were pêkanîn jî daxwaz nehat qebûlkirin û careke din hat girtin, gefek giran li tendirustî û jiyana wê heye. Em bang dikin ku rayedar erka xwe ya parastina mafê tendirustî û jiyanê yê girtiyan pêk bîne û girtiyan berdin û banga hestiyariyê li civakê dikin.”