Koma Rihan: Ji bo jinan derfetek ku bi beden û giyanê xwe re li hev bikin

Di hembêza xwezayê û di bin siya daran de, komek jin ne tenê ji bo meşê, di heman demê de ji bo ji nû ve kifşkirina nasname û aramiya xwe ya hundurîn, ku pir caran di nav tevliheviyên jiyanê û karên malê de winda dibin, hatin cem hev.

Hewlêr – Li bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê, komeke jinan a bi navê “Rihan” hatiye damezrandin. Ev kom beriya 7 mehan bi armanca li hev civandina jinan, her wiha ji bo bi xwezayê re pêywendiyê deynin û werzîşê bikin, meyla xwe bidin li ser bedena xwe, hatiye avakirin. Jin di nava zextên jiyana rojane û karên malê de carna hestên aramî û nasnameya xwe winda dikin. Ji bo ku jin dîsa wan bi dest bixin, ev kom hat avakirin. Di heman demê de hedefa komê ew e ku li her cihê ku diçin bi rêxistina çalakiyên werzîşî û çandî pêşdarazên kevneşopî yên li ser jinê hatiye avakirin, bişkînin.

'Me xwest ku derfetên baş bidin jinan'

Damezrînera koma ‘Rihan’ Paxşan Kaka Waîs derbarê armanca avakirina komê de axivî. Paxşan diyar kir ku xwestine derfetê bidin jinên ku her tim li malê dimînin û derfetên wan kêm in ku derkevin derve û bixebitin. Paxşan ragihand ku dixwazin bi yoga û çalakiyên giyanî alîkariya wan bikin ku aramiya derûnî ji nû ve bi dest bixin. Paxşan Kaka Waîs çîroka navê “Rihan” bi bedewbûn û sadebûna jina Kurd ve girê da û wiha got: “Du xaltîkên min hebûn, bi navê Rihan û Selma. Dema ku Selma mala xwe dibe bajêr û li wir cîh dibe di eynikê de berê xwe dide xwe. Weke ku di eynikê de xwişka xwe Rihan dibîne. Lewra di şewqa xwe ya di eynikê de dibêje ‘Xwişka min tu jî hatî bajêr?’ Ev sadebûyîn û çîroka ferqkirina xwe ya cara yekem, ji bo navê koma me jî bû îlhamek. Bi vî awayî em dixwazin ku jinên li vir jî carekê din xwe di eynika xwezayê de bibînin.”

‘Armanca me ew e ku jin xwe li ser lingê xwe bigrin’

Ronak Celal Mihemmed ku yek ji endamên komê ye, balkişand ser serbixwebûna jinan a di hêla derûnî de û wiha vegot: “Armanca me ew e ku jin xwe liser lingê xwe bigrin û bibe xwedî hişek aram. Ji ber ku jin xwediyê nifşan in. Ger ku dayîkek ji hêla hiş û bedenê ve bi tendurist be, dikare zarokên xwe jî bi awayekê çalak û bi serkeftî xwedî bike.”

'Jiyan di her temenî de bi qîmet e'

Leyla Elî yêk ji endamên komê yên herê dêrîn e. Leyla diyar kir ku jiyan di her temenî de bi qîmet e û jin dikarin piştî teqewîdbûnê jî kêfa jiyanê bistînin.

Endama komê Kosret Ehmed jî bal kişand ser rola jinan a di parastina nasnameya çandî de û diyar kir ku çand bi stran, muzîk, reqs û hunerên destan ji nifşekî ji bo nifşekî din tê veguhestin.

Endamên Koma “Rihan” diyar dikin ku çalakiyên wan ên ku bi armanca bi hevdîtina jinan ya bi xwezayê re hem di hêla tekakesî hem jî di hêla civakî de bi hêz bibin, wê bidomin.