Kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin

Jinên Kantona Cizîr û Efrîn-Şehbayê û li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê bi hezaran kes li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li ser jinên Efrîna dagirkirî ku herî dawî biryara darvekirinê 2 jinan hat dayîn daketin qadan.

Navenda Nûçeyan-Ji roja ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk hat dagirkirin ve heta niha hema bibêje her roj nûçeyên qetilkirin, revandin, xwestina fîdyeyê, gefxwarin û talankirina xwezayê tên. Herî dawî jî li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafên Mirovan ve hatiye weşandin, li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji aliyê dadgehên Tirk ve cezayê giran li 10 jinên ku 9 ji wan Kurd in û hat parvekirin ku yek ji jinên ku cezayê muebedê lê hatiye birîn Ereb e her wiha 2 jinan re jî cezayê darvekirinê hatine dayîn. Jinên li kantona Şehba û Cizîrê bi pêşengiya Kongra Star û Meclisa Jin a PYD’ê ji bo şermezarkirina kiryarên dewlata Tirk daketin qadan û biryara cezayên giran ên li 10 jinan hatiye dayîn û kiryarên ku hîn berdevam dikin şermezar kirin.

Hesekê

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan û biryara cezayê giran ê li 8 jinan li ber navenda Kongra Star a kantona Hesekê şermezar kir. Jin ji saziyên civaka sivîl û rêxistin û dezgehên jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran alên kongra star, pankartên bi nivîsên "Na ji dagireriyê re", Na ji qetilkirina jinan re" hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê berdevka mala jin a kantona Hesekê Lemiya Hentûş ve hat xwendin.

Lemiya diyar kir ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike û li dijî jinan sûcên bêexlaq dide meşandin û wiha berdevam kir: "6 sal in dewleta Tirk Efrînê dagir kiriye, di hundirê Efrîn de hemû rêbazên li dijî exlaqê mirovan pêk tîne û bi taybetî jinan dikin hedef. Jinên Efrînê rastî destdirêjî, lêdan, qetilkirin û biryarên darvekirinê niha tên. Ev biryar li dijî îrade, tevger û hêza jinan e."

Di dawiya daxuyaniyê de bi ruhê tolhildanê, heta pêkanîna edaletê û bidawîkirina dagirkeriyê soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn û bang li jinên seranserî cîhanê hat kirin ku li hemberî planên li dijî wan bibin yek û wan têk bibin.

Şehba

Li dijî biryara darizandina 10 jinên di girtigehên dewleta Tirk de ne Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê çalakiya xwepêşandanê li dar xist. Di çalakiyê de şêniyên kampê û saziyên li herêmê beşdar bûn û wêneyên jinên ku hatine darizandin û rastî kiryarên dagirkeriyê hatine, alên PYD'ê her wiha pankertên bi nivîsên "Na ji qetilkirina jinan re","Jin jiyan e, jiyanê nekuje" hildan.

‘Di kesayeta jinan de dixwazin îradeya civakê bişkînin’

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê Yildiz Mûsa axivî û got: "Ji kêliya ku Efrîn hatiye dagirkirin ve heya niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe li ser jin û civakê didin meşandin. Em biryarên darizandina jinan li Efrînê bi tundî şermezar dikin, dewleta Tirk di serî de dixwaze îradeya gelan di kesayeta jinan de bide şikandin. Jinên Rojava di warê jiyanî, siyasî, dîplomasî û leşkerî de xwe îsbat kirin li dijî sîstemên desthilatdar bûn pêşeng lewre rojane rastî kiryar û îşkenceyan tên. Em ê li dijî biryarên tunekrina jinan, têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li rêxistinên jinên cîhanî dikin ku bi erkên xwe rabin."

‘Siyaseta li Efrînê tê meşandin ya îmhakirin û tunekirinê ye’

Endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed jî behsa kiryarên dewleta Tirk kir û wiha got: "Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dide meşandin siyaseta tunekirin û îmhakirina gel e. Erdogan ji hêza gel bi taybetî hêza jinan ditirse loma hemû kiryarên xwe li ser jinan û civakê dide meşandin. Ne tenê jinên Kurd jinên Ereb jî para xwe ji kiryarên dagirkeriyê digrin. Biryara darizandina deh jinên li Efrînê ku di navbera wan de jinek Ereb jî heye em bi tundî şermezar dikin. Li dijî vê biryarê em dengê xwe bilind dikin em dibêjin em ê li Şehbayê berxwedana xwe bidomînin û tu carî teslîmkariyê qebûl nekin. Em piştgiriya jinên li warên dagirkirî dikin. Ger mafên mirovan hebin bila li mafên jin li Efrînê derkevin, îro biryara darvekirina du jinan ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn."

Qamişlo

Şêniyên Bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî meşek li dar xistin. Meşê bi tevlibûna bi dehan kes û rêxistinên jinan ji ber dermanxaneya Deham a bajarê Qamişloyê dest pê kir û li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî NY rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama koordînasyona Rêxistina Kongra Star Remziya Mihemed axivî.

Remziye Mihemed bal kişand ser kiryarên derqanûnî û dermirovî yên ku li ser gelên Efrîna dagirkirî, bi taybetî li ser jin û zarokan tên meşandin û wiha pê de çû: “Berxwedana gelê Efrînê ya ku di 58 rojan de li hemberî dewleta Tirk a dagirker berdewam kir, dîrokî bû. Dewleta Tirk di van 6 salan de kiryarên gelekî hovane li ser xweza, gel, jin û  zarokan dide meşandin lê ew dîsa jî nikare îradeya gel bişkîne.”

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”  bi dawî bû.