Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di meha 100’emîn a Komkujiya Garê de got, “Li Enqereyê kevokên aştiyê, li Pirsûsê xwişk û birayên me yên şoreşger qetil kirin” û da zanîn ku heta welatekî azad û wekhev dê têkoşîna wan bidome.

Enqere – Kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Mitînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 100’emîn de hatin bibîranîn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, endamên KESK, SYKP, ÎHD, Komeleya 10’ê Cotmehê û gelek kes tevli bîranîna ku ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Hêzên Demokrasiyê ve hat lidarxistin bûn. Çalakiya bîranînê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin.

‘Malbatên ku ‘edalet’ xwestin ji kolanên dadgehê hatin derxistin’

Berdevka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Coşgûn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Niha di dosyayê de 16 jê fîrarî, yek jê girtî 17 bersûc li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tên darizandin. 8 sal in di her danişîna ku em tevli dibin de tînin ziman ku peywirdarên cemaweriyê û siyasetmedarên ku di komkujiyê de îhmala wan heye divê bên darizandin. Lê mixabin di vê pêvajoya derbasbûyî de heke gotin di cih de be weke mexdûr em weke bersûc hatin dîtin, malbatên ku ‘edalet’ xwestin ji kolanên dadgehê hatin derxistin. Edaleta ku em li eywanên dadgehê rast lê nehatin, di wijdana raya giştî de nehat nîşandan.”

‘Di girtekan de heye ku MÎT’ê çawa pêşî lê vekiriye’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî da zanîn ku Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Tulay Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hevriyeke we ya ku doza piştî komkujiyê hatiye vekirin û didome çend salan şopandiye. Em bûn şahid ku li wê derê kedeke çawa hatiye dayîn û ji bo hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan çawa hesab hatiye pirsîn. Hûn ê di girtekên dosyayê de bibînin ku DAIŞ çawa hatiye vir, li Dîlokê çawa amadekarî kiriye, MÎT’ê çawa pêşî li vî karî vekiriye. Ji bo atmosfera siyasî ya 2015’an hat guhertin gelek kes qetil kirin.

‘Heta welatekî azad, wekhev û demokratîk ava bikin dê têkoşîna me bidome’

Li Enqereyê kevokên aştiyê, li Pirsûsê xwişk û birayên me yên şoreşger qetil kirin. Ev komkujî niha ji bo rejîma faşîst a tê xwestin li Tirkiyeyê were avakirin hat kirin. Em careke din bang li desthilatdariyê dikin; heke bi qetilkirina me hûn dixwazin li Tirkiyeyê faşîzmê ava bikin, hûn şaş in, tevî komkujiyan jî me serî li ber faşîzmê netewand, weke civak me bîat nekir, em li ser piyan e û li dijî vê ne. Ew kevokên aştiyê bûn, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo welatiyên nikarin nan peyda bikin, ji bo jinên tundî li wan tê kirin, ji bo me hemûyan, ji bo kesên bindest û keda wan tê xwarin bûn kevoka aştiyê û li vê qadê ber bi asîman ve firiyan. Her yek ji wan li asîman stêrkek e. Em ê wan ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê heta dawiyê ku bi ser bikeve xurt bikin. Heta welatekî azad, wekhev û demokratîk ava bikin dê têkoşîna me bidome.”

Bîranîn, piştî axaftina nûnerên saziyên beşdar bi dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.