Kargeha Pêşengên Gundewar ji bo jinên Xezayê riya debarê ye

Ji ber xirabûna rewşa aborî û belavbûna bêkariyê li Xezayê, jin di kargeha Pêşengên Gundewar de ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe kar dikin, bi wê awayê hewcedariya wan bi tu kesê namîne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Ji destpêka şewba koronayê ve jinan şoreşek aborî di hemû waran de li dar xistin, ji bo malbatên xwe xwedî bikin û pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ji bo vê yekê bingeha Karkegeha Pêşengên Gundewar avêtin û derfeta kar ji bo zêdetirî 15 jinan peyda kirin.

Endama rêvebera şîrketa Pêşengên Gundewar Îman Kalî dibêje: “Kargeha me komek jinên li herêmên paşguhistî dimînin armanc girt, fikra kar a bingehîn ew bû ku derfeta kar ji jinan re peyda bike da ku bikaribin debara xwe û malbatên xwe bikin. 5 jinên derçûyî zanîngehan ku derfeta kar nedîtine ev kargeh ava kirine.

‘Me kargeh li Geliyê Seqayê ava kir’

Jinên xwendina xwe berdewam nekirine, di heman demê de malbatan xwedî dikin û hemû berpirsyarî li ser milên wan e. Der barê vê yekê de Îman Kalî dibêje: “Me kargeh li Geliyê Seqayê ava kir ku xizmetguzarî tê de kêm in û astengiyên jinan li wan herêmên paşguhistî bê derfet û jiyan zêde ne. Em fêkî û sewzeyan dikirin tenê dema di bazaran de zêde dibin û bihayê wan kêm dibe li gorî demsalan, weke şîlîk, xurme, hinar, nok, nîsk, fasûlye hwd. piştre em dişûn, amade dikin û dixin sarîncokan heta di bazarê de kêm dibe û bi bihayekî zêde difroşin.”

Der barê astengiyên li pêş wan de jî Îman Kalî dibêje: “Cihê me teng e, ji ber tunebûna cih ji hejmarek zêde ya jinan em nikarin berhemên zêde amade bikin. Her wiha ji ber fona kêm, made û alavên me jî kêm in, em hewl didin bi piştgiriyê fonên xwe peyda bikin. Mûçeya ku jinên karmend digrin jî kêm e. Zagona kar jî di Xezayê de pêk nayê ku tê de diyar e 6 saet karê rojane tê kirin.”

‘Em ê hewl bidin qada berhemdariyê berfrehtir bikin’

Îman Kalî li ser plana pêşxistinê di demên pêş de jî vê yekê diyar dike: “Em ê hewl bidin hola berhemdayînê firehtir bikin û xetek berhemdarî temam tevî pêşketinên nû amade bikin ji bo kar baştir bibe û hejmara jinên karmker ên ku li derfetên kar digerin, ji bo bi rûmet bijîn em peyda bikin.”

Jinên gundewar di gelek waran de ji derfetan bêpar in. Ew di jîngeheke li gorî kevneşopiyan de dijîn. Îman Kalî li ser vê rewşê jî wiha dibêje: “Barê jinên li gundewaran dijîn gelek giran e, mêr nikarin tehemul bikin, ew karûbarên malbatê dikin. Yanî jin di nava malê de her karî dikin û tu demê ji xwe re nabînin loma em dibêjin ne mumkun e mêr vî karî bikin û tehemul bikin.

Dema ku reklama kargehê dît serî lê da û dest bi kar kir

Newal Ebo Hedaf, a 48 salî, di malbateke hejar de dijî. Dema ku reklama Kargeha Pêşengên Gundewar dîtiye ku pêdiviya wan bi karkerên jin heye bêyî bawername an pisporiyekê bixwazin, ev yek ji bo wê bûye derfetek.

Newal Ebo Hedaf diyar dike ku ew rastî gelek zextên derûnî û aborî tê, di şert û mercên giran de kar dike tenê ji bo dermanê zarokên xwe yên astengdar peyda bike. Li aliyê din jî hevjînê wê ji ber êşa hestiyan nikare kar bike. Newal Ebo Hedaf dibêje: “Ez gihîştime asta xemsariyê li hemberî westandina xwe û rewşa min a tendirustî ya xirab. Ji bo ku bikaribim barê berpirsyariya ser milên xwe rakim dixwazim tiştek bikim. Ez berheman paqij dikim, sewze û fêkiyan baş dişûm dixim tûrên taybet dibim ser pîvanê û dixim sarîncoka cemidandinê. Hin caran kar dijwar dibe berhem zêde dibin saetên dirêj em dixebitin.”

‘Çi kar dibe bila bibe ji xwestina alîkariyê baştir û hêjatir e’

Ji aliyê din ve Mehasên Awad a 42 salî dibîne ku fikra kar çi dibe bila bibe ew ji hejariyê û xwestina alîkariyê baştir e, rewşa Xezayê ya aborî her diçe xirabtir dibe di siya nebûna derfetên tendirustî û xwendinê de li Geliyê Seqayê her tişt zor dibe û dibêje: “Hejariyê barê li ser milên jinên Filistînî zêde kiriye. Jin neçar dimînin berpirsyariyên ji hêza xwe zêdetir tehemul dikin. Ez nikarim demek dirêj bêkar li malê bimînin, rojane 9 saetan kar dikim lê mûçeya min 20 şîqilî derbas nake, têra pêdiviyên sereke jî nake.”

Mehasên Awad sê zarokên astengdar xwedî dike, zarokekî din jî pêwîstî bi çandina reşika çav heye, ji bo wê her du rojan ew diçe nexweşxaneyê lewma ew karên zêde jî dike û dibêje: “Ez bi hemû hêza xwe û zêdetir kar dikim da ku pêdiviyên bingehîn peyda bikim, di rastiyê de her dem jin sembola berxwedanî û tehemuliyê ne.”