Kampanyaya ‘Bi hev re’ dewam dike: Bila zarok nebin qurbaniyên zîhniyeta kevnar

Koma Jinan a Zenûbiya bi kampanyaya xwe ya li dijî zewaca zarokan a bi dirûşma “Ji bo parastina civaka xwe bi hev re” peyama “Bila zarok nebin qurbaniyên zîhniyeta paşmayî” da.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic – Meclisa Jinan a Zenûbiyê ya Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan bi dirûşmeya “Ji bo parastina civaka xwe bi hev re” kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya di 1’ê Tebaxê de hatiye destpêkirin de çalakiyên hişyariyê dewam dikin. Endama Meclisa Jinê ya Zenûbiya Sarah Habaq der barê kampanyaya ku wê heta dawiya meha Îlonê berdewam bike de agahî da.

‘Kampanya li 4 herêmên rizgarkirî tê meşandin’

Sara Hebaq diyar kir ku kampanya li 4 herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê yên hatine rizgarkirin tê rêvebirin û got: “Bi kampanyayê re em li dijî diyardeyên neyînî yên li civakê û li her herêmê têkoşînê dikin.” Sarah Habaq, anî ziman ku zêdebûna zewaca zarokan li Minbicê yek ji pirsgirêkên civakî yên sereke ye û got ku kampanya ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîst e.

‘Giraniya kampanyayê li ser dê û bav in’

Sarah Habaq da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de bi organîzekirina civînên bi beşdariya jin û mêran hewl didin hişyariyê bidin û wiha got: “Kampanyaya me hemû komên temenî digire nava xwe û giraniya me li ser dê û bav e. Ji ber ku ew biryara zewaca keçên xwe didin.”

‘Pêşgirtina zewaca zarokan wê gelek pirsgirêkan jî çareser bike’

Endama Komîteya Perwerde û Vegerandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinên Minbicê Buhra Mistefa ku beşdarî kampanyayê bû, diyar kir ku wê ji raya giştî re qala hiqûqa malbatê kiriye û der barê qanûnên ku di bin amadekirinê de ne agahî dane. Buhra Mistefa destnîşan kir ku zewacên di temenê biçûk de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne, wek mînak keçên ku têne zewicandin bi tunditiyê re rû bi rû tên û diyar kir ku pêşîgirtina zewaca zarokan wê gelek pirsgirêkan jî çareser bike.

‘Bila zarok nebin qurbaniyên zîhniyeta paşmayî’

Buhra Mistefa bal kişand ser girîngiya xebatên perwerdeyê û naskirina mafên qanûnî û wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe rê li ber zewaca zarokan bigirin. Bila zarok ji mafên xwe sûd werbigirin û nebin qurbaniyên zihniyeta paşmayî. Armanca me ew e ku civakeke demokratîk ava bikin. Em dixwazin exlaqekî ku herkes bikare tê de azadî û mafên xwe bi dest bixînin ava bikin.”

‘Di dema ducaniyê de jiyana xwe ji dest didin’

Endama Komîteya Tenduristiya Civaka Jin a Zenobî Ruqaya Mihemed jî qala bandora zewacê li ser tenduristiya zarokan kir. Ruqaya Mihemed diyar kir ku bi taybetî tenduristiya zarokên keç nerênî bandor dibin û got:

“Civak dibêje her zarokek keç ku digihêje 14 saliya xwe, gihîştiye balixbûnê. Lê yên di vî temenî de hîn zarok in û di qonaxa pêşketinê de ne, negihîştine temenê balixbûnê. Ew nikarin berpirsiyariya jiyana zewacê hilgirin. Bi taybetî di dema ducaniyê de ji ber ku fetusê di zik de ji kalsiyûma laş tîmar dibe, ev rewş di zarok de dibe sedema gelek nexweşiyên wekî kêmxwînî, helîna hestiyan û kêmbûna kalsiyûmê. Ji ber ku hestiyên wan bi tevahî pêşneketine dibe ku zû welidîn pêkbê. Ji ber ku nikare berpirsiyariya ji dayikbûnê hilgire, pirsgirêkên derûnî dijî. Mînak ji dayikbûna pêşwext dibe ku bibe sedema sezaryen, xwînrijandina xeternak ji bo jiyanê an jî mirina di dema welidînê de.”