Jinên Suweydayê: Em ê li qadan bin

Jinên ku beşdarî xwepêşandanên gel ên li Suweydayê berdewam dikin bûne, diyar kirin ku rû bi rûyî birçîbûn û xizaniyê tên û destnîşan kirin ku heta şertên jiyanê baş nebin wê li qadan bin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda - Li Sûriyeyê ji ber aboriya xirab her roja ku diçe hêza girtinê kêm dibe, tevgera gel a ku ji bo şermezarkirina hikumeta Şamê dest pê kir jî berdewam dike. Duh li qada Karamanê nêzî 2 hezar kesên ku beşdarî xwepêşandana dibin kom bûn, hikumeta Şamê şermezar kirin. Bang li Konseya Ewlehiya Nateweyên Yekbûyî (NY) kirin ku divê li Sûriyeyê agirbestek bi lez pêk were û welat bigihîje çareseriya siyasî. Xwestin biryara 2254 were pêkanîn. Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ji ajansa me re axivîn. 

‘Nanek nayê dîtin hikumet çavkaniyan didize’

Sahae Al- Saadawî diyar kir ku di şert û mercên xirab de dijîn û ji pêşeroja zarokên xwe bi fikar in û wiha got: “Heqîqet, edalet û wekhevî li ku ye? Em di nava xizaniyê de dijîn, em pariyek nan nabînin, hikumet çavkaniyên welat didize. Qutkirina kehrebe û gazê êşên me zêde dike. Şert û mercên xirab ên jiyanê bêedaletiyê derdixin holê. Em ji partiya Baasê natirsin. Divê hemû jin daxwaza mafên xwe bikin.”

 ‘Naxwazin gel di nava xweşiyê de bijî’

Ayda Al-Muhayt da zanîn ku tevî temenê wê yê zêde jî wê ji bo gelê xwe beşdarî çalakiyan bibe û got: “Rejîma Esad li Sûriyeyê xweşiya gel naxwaze, welatê me firot û parçe kir. Sûryeyî bêyî ku tu alikariyek ji bo wan were kirin, di sermaya zivistanê de di konan de dijîn.”

‘Ji bo peydakirina xwarinê bi saetan em li derve dimînin’

Jana Sayha bi bîr xist ku ji ber şert û mercên jiyanê her ku diçe xirab dibe rû bi rûyî xizanî û birçîbûnê tên û got: “Xwarina ku bi zorê têra malbata me dike ji bo dabînkirina wê bi saetan em ji derve dimînin. 12 sal in, ji ber sabotajan, kêmaniya ewlehiyê em dibin şahidên giraniya nirxên jiyanê. Rewş her roja ku diçe xirabtir dibe.” Jana Sayha da zanîn ku heta bigihîjin serkeftinê wê li qadan bin û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bi cesaret rabin û daxwaza jiyana azad bikin.”